Foruma Aborî ya Davosê hefteya bê tê sazkirin

17-01-2019
RÛDAW
Di Foruma Aborî ya Davosê ya îsal de serokê Amerîkayê beşdar nabe.
Di Foruma Aborî ya Davosê ya îsal de serokê Amerîkayê beşdar nabe.
Nîşan Foruma Aborî Davos Swîs Amerîka Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal Foruma Aborî ya Davosê rojên 21 heta 25ê vê mehê li navçeya çiyayî ya Swîsreyê bajarê Davosê tê sazkirin. Rêkxerên forumê dibêjin, ji dêlva kontrolkirina qeyranên niha, ew dixwazin bingehê siberojê deynin. Foruma Aborî ya Davosê piraniya serkirdeyên siyasî û aborî yên cîhanê kom dike

 

Damezrênerê Foruma Aborî ya Davosê, Klaus Schwab dibêje: "Em îsal mazûvaniya 3 hezar û 200 beşdarvanan dikin ku nîvê wan serkirdeyên bazirganî ne. Nîvê din ji beşê din ê civaka cîhanê ne, wate serkirdeyên siyasî. Nûnerên 100 hikûmetan beşdarî foruma îsal dibin."

 

Damezrênerê Foruma Aborî ya Davosê herwiha dibêje, cîhan tejî qeyran e û ketiye nav qeyranên yek li pey yek, lê bi baweriya wan a herî baş ew e awirekê li siberojê bidin û zêde li ser krîzên niha yên cîhanê ranewestin.

 

Klaus Schwab tekez dike: "Em berê xwe didin çi cihekî vê cîhanê, qeyranekê serî hildaye û xelk bi kontrolkirina krîzan ve mijûl in, wate çawa qala siberojê bê kirin? Çawa bingeha dahatû bê danîn. Em zêdetir dixwazin behsa wan derfetan bikin ku li ber me ne, ji xeynî wêya ku tenê behsa wê yekê bikin ka çawa krîzên niha çareser bikin."

 

Îsal berevajiya sala derbasbûyî, cihê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Foruma Aborî ya Davosê vala ye.

 

Serokê Foruma Aborî ya Davosê, Borge Brende ragihand: "Em bi tevahî ji wê yekê fam dikin ku divê Serok Trump li Washingtonê bimîne di vê demê de ku saziyên hikûmeta Amerîkayê girtî ne. Ligel vê jî gelekî kêfxweş dibin eger Serokê Amerîkayê û wezîrên girîng ên hikûmeta Aamrîkayê beşdarî forumê bibin û ligel wan behsa hurgiliyên zêdetir dikin. Amerîka aboriya herî mezin a cîhanê ye û beşdarbûna wê girîng e daku zelal bikin cîhan ber bi ku ve diçe."

 

Foruma Aborî ya Davosê, foruma herî girîng a aborî ya cîhanê ye û pirsên herî mezin ên aborî yên cîhanê, bi taybetî ew pirsên ku di siberojê de diqewimin, bi dehan panel di navbera serkirdeyên siyasî û aborî de tên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst