​Li ser êrîşa îro ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji Amerîkayê yekem daxuyanî

20-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka John Kirby Rojavayê Kurdistanê Êrîşa Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby li ser êrîşa îro ya li Rojavayê Kurdistanê ku 3 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn de got "Li ser sînor pirsgirêka Tirkiyê ya ewlehiyê heye û em vê fem dikin. Divê Tirkiye jî fem bike ku em li Sûriyê çi dikin, ji bo çi wî karî dikin, bi kê re dikin û ji bo çi bi wan re dikin."

Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Kirby dibêje “Bi hevre karkirina di navbera Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de dewam bike.”

Berdevkê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Kerby îro Sêşemê li Washingtonê di civîneke rojnamevaniyê de di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê de ragihand “DAIŞ lawaz bûye, lê hê jî li Sûriye û Iraqê metirsî ye, ji ber wê jî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dê ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê karkirina bi HSDê re berdewam bikin.”

Peyamnerê Rûdawê Diyar Kurde li ser êrîşa Tirkiyê ya îro ya li Rojavayê Kurdistanê ku 3 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn de ji Berdevkê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Kerby pirsî. Kirby bersiv neda pirsa ku gelo Washîngton ji bo aramkirina rewşê hewl dide bi Tirkiye û HSDê re biaxive yan na.

Lê Kîrby got ku Washington fikarên Tirkiyê fam dike ji ber ku "Tirkiyê pirsgirêkên ewlehiyê li ser sînor hene.Tirkiye dibe qurbanê êrîşên terorîstî yên li ser wî sînorî, em vê yekê fam dikin. Herwiha em fam dikin ku Divê Tirkiye jî fem bike ku em li Sûriyê çi dikin, ji bo çi wî karî dikin, bi kê re dikin û ji bo çi bi wan re dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst