Xelkê Minbicê: Em dagîrkirineke Osmanî qebûl nakin

20-06-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Minbic Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Rêkeftin Amerîka
A+ A-

Minbic (Rûdaw) -

Welatiyên Minbicê daxwazê dikin, ku ti hêz û aliyên derve destêwerdanê di birêvebirina bajarê wan de nekin, ew dibêjin rewşa bajarê wan aram e û ew ti carî qebûl nakin, ku hêzên Tirkiyê derbasî nav bajarê wan bibin.

 

Piştî ku hikumeta Tirkiyê, Waşington razî kir û li ser Minbicê rêkevtinek pê re pêk anî û niha hêzên tirkî û amerîkî bi otomobîlên xwe yên serbazî li derdora Minbicê li ser hêla Sacûr digerin.

 

Tîma Rûdawê li wê derê bi koçberan re rûbirû man û li ser rewşa deverê û rewşa koçberên li deverê bi wan re axivîn.

 

Jinek ji Minbicê got: “Em destêwerdana Tirkiyê red dikin. Em li vê derê weke yek malbatê ne, berevaniyê di ber hev de dikin, li Minbic yan jî li çi parêzgeheke Sûrî be. Em li vê derê yek malbat in.”

 

Nişteciyekî Minbicê jî got: “Rewşa niha gelekî baş e. Ev destêwerdana ku behsa wê tê kirin, pêwîstiya me pê nîne. Helbet dê kêşe derkevin. Em qebûl nakin dagîrkirineke Osmanî, ji me re hebe. Pêwîstiya me bi vê dagîrkirinê nîne. Ewlehî li cem me heye. Ji me ne kêm e, ku kesek hêzê yan nerînan li ser me bisepîne, ji ber ku pêwîstiya me pê nîne.”

 

Jineke din jî anî ziman: “ Em xelkê Minbic in. Em ala Tirkiyê naxwazin. Em naxwazin derbasî Minbic bibe. Daxwaza me ew e ku xelkê Minbic bajarê xwe birêve bibin. Bajar bajarê me ye. Ereb Erebên me ne. Çima em ê kesê Tirk bînin vê derê?!. Em wan naxwazin. Bila ti destêwerdanê di rewşa me de neke.”

 

Herwiha welatiyekî jî diyar kir ku pêwîstiya Minbic bi hatin hêzên Tirkiyê nîne û got: “Bê guman, Minbic bajarekî aram e. Bajarê aştiyê ye. Nîşana hevjiyanê û hemerengiyê ye. Bajarekî ewle ye. Bi saya Xwedê wê çareya wê bi awayekî aştiyane be û bê xwînrijandin be û bi bêyî hatina hêzên tirkî be. Niha em bi aştî û pêkvejiyan dijîn, Minbic nîşana aştî û hevjiyanê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst