Berdevkê berê yê CENTCOMê: Tirkiye leşkerekî Amerîkayî bikuje ew dê ji bo wê bibe bobelat

12-12-2023
Diyar Kurde
Hevpeyvîna bi Berdevkê berê yê CENTCOMê re / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hevpeyvîna bi Berdevkê berê yê CENTCOMê re / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan CENTCOM Joe Buccino HSD Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Amerîka
A+ A-

Berdevkê Berê yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kolonel Joe Buccino ji Rûdawê re got:

“Me hêzên Amerîkayê li gel HSDyê bi cih kirine û Tirkiyeyê jî vê yekê dizane. Heger êrişî HSDê bikin... jixwe behs nakim ku ew nikarin Amerîkiyekî, leşkerekî Amerîkayî bikujin, çimkî ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe bobelat.”

Joe Buccino da xuyakirin ku ew ji ber du egeran ji Îraqê venakişin, ji ber ku dê bandora Îranê li ser wî welatî zêde bibe û dê rewşa Rojhilata Navîn aloz bibe 

Berdevkê berî yê CENTCOMê herweha rexne ji pêvajoya yekgirtina hêza Pêşmerge girt û got ku heta niha ew pêvajo bi başî bi rê ve naçe.

Joe Buccino da zanîn ku 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene û erkê wan pêkanîna aramiyê û bihêzkirina Kurdan û HSDê ye ji bo jinavbirina DAIŞê ye û got:

“Amerîkayê bi xwe HSD ji bo şerê li dijî DAIŞê ava kir û bi awayekî cidî piştgiriya wê dike. Ji ber hebûna hêzên Amerîkayê Tirkiye nikare êrişî HSDyê bike”

Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurd bi Berdevkê Berê yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kolonel Joe Buccino re hevpeyvîn kir:

Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê derfetê. Em kêfxweş in ku tu li Rûdawê yî.

Joe: Gelekî spas ji bo mêvandariya we. Ez kêfxweş bûm ku min dawiya dawî tu rû bi rû dît, çimkî em berê bi telefon û emailê axivîbûn, niha kêfxweş im ku li studyoya Rûdawê me.

Rûdaw: Gelekî spas. Kolonel, tu heta tebaxa îsal Berdevkê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê bûyî, tu siyaseta parastoma Amerîkayê li hemberî êrişên li ser hêzên Amerîkayê û baregehên wê li Rojhilata Navîn çawa dibînî? Bi dîtina te, siyaseteke xurt e?

Joe: Na, ez wiha nanirxînim ku bibandor e. Me kelûpel û amûr birine deryayê, me du komên keştiyên firokehilgir ku bi sedan keştî û balafir û bi hezaran leşker tê de ne, birine.

 Lê dîsa jî êrişên li ser hêzên Amerîka li Îraq û Sûriyeyê ji hêla komên Şîî ve berdewam in. Kêm nebûne lê bi rastî ber bi Deryaya Sor ve berfireh bûne. Niha tu dibînî ku ev kom li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganî dikin.

Rûdaw: Gelo tiştek heye wiha li Amerîkayê dike ku rûbirûyî wan koman nebe? Çimkî Amerîka dibêje ku me peyameke pir bihêz ji wan grûpan re şandiye ku şer berfireh nekin û êrişî hêz û baregehên me nekin. Lê ji aliyekî din ve em dibînin ku ev êriş her roj nemaze li Îraqê û li Yemenê ji hêla Hûsiyan ve tên kirin. Tew li Îraqê êrişî balyozxaneya Amerîkayê jî kirin.

Joe: Rast e. Êrişeke hilkişiyayî û berbiçav e ku pêr bi şev li Bexdayê li ser balyozxaneya Amerîkayê hat kirin lê belê Amerîkayê tiştek nekir. Îcar ez naxwazim karekî bikim ku wekî çareseriyeke pir xwerû xuya bike, çimkî mîna her tiştî li wê hêla cîhanê, ev jî pir aloz e.

Tevî vê jî, tişta ku me kiriye û em ê bikin, êrişkirina ser hin avahiyan, kuştina hin çekdarên pilenizm û lêxisina hin cebilxaneyan li Sûriyê ye. Ev tişt li ba Îranê ne girîng in. Ew guh nadin van tiştan jî, çimkî dizanin an wiha bawer dikin ku Îdareya Biden naxwaze bikaranîna keştiyên barhilgir ên şer ji bo êrişkirina ser armancên Îranê û ser Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê yan li hundirê Îranê zêde bike.

Rûdaw: Gelo ev ji ber wê yekê ye ku Amerîka ji qewimîna şer û rûbirûbûna Îranê dilgiran e û ji armanckirina berpirsên wan grûpan dudil e yan hin tiştên din hene ku wiha li Rêveberiya Biden dikin ku xwe ji rûbirûbûna wan grûpan vede?

Joe: Çend tişt in. Te qala yekê ji wan kir. A rast, Rêveberiya Biden dixwaze ev yek sergirtî bimîne û aloziyan binixumîne, naxwazin ber bi li Libnan û Deryaya Sor berfireh bibin. Di rastiyê de, rêveberî naxwaze şerekî berfireh bi Îranê re bike û bêguman Îran jî vê yekê naxwaze. Îcar ev yek ji xalan e.

Xaleke din jî ew e ku Rêveberiya Biden bi rastî naxwaze bala nûçeyan li ser Rojhilata Navîn be. Niha em xwe amade dikin ku biçin nav hilbijartinan û rêveberî dixwaze ku bala nûçeyan li ser pirsgirêkên navxweyî, raporên kar û hevkariyê yên Ukraynayê û karûbarên Okyanosa Pasîfîk-Hindistanê be. Loma rêveberî hêvîdar e ku ev hemû bi xwe çareser bibin an jî ji holê rabin.

Rûdaw: Bi dîtina te ev alîkar e?

Joe: Na, ne alîkar e.

Rûdaw: Beşek ji hêzên milîs ên ku li Îraqê êrişî hêzên Amerîkayê û bingehên wê yên leşkerî dikin, baskên wan ên siyasî hene û baskên wan ên siyasî beşek ji hikûmetê ne jî. Lê Amerîka qet Hikûmeta Îraqê şermezar nake ku dijberiya van koman bike. Ma tiştek heye ku Amerîka jê dudil be ku Hikûmeta Îraqê şermezar bike? Çima nake? Çimkî beşek ji van koman ji aliyê hikûmetên Îraq û Îranê ve tên piştgirîkirin?

Joe: Rewşa Amerîka li Îraqê pir qels e, çimkî di van salek û du salên dawî de Amerîka li ser keviya kendêl bû û hikûmeta Îraqê dibêje ku em dixwazin hemû hêzên Amerîkayê ji Îraqê derkevin. Bila derkevin, lê em vê yekê naxwazin, çimkî ev dê derî li ber Îranê veke ku bandora xwe bi tevahî li ser Îraqê deyne û piştre li seranserê Rojhilata Navîn kaosê derxe holê.

Rûdaw: Ev ji ber Îranê ye yan ji ber wan gefan e ku ji hêla DAIŞê û komên din ve hene?

Joe: Ji ber Îranê ye. Em ê bi hezaran leşker li Îraqê û 900an jî li Sûriyê bi hin leşkerên din re bihêlin û em li ser vê yekê napeyivin, lê em ê wan li wir bihêlin da ku tişta ku bi rastî ji bo şerê dijî DAIŞê baş e, bikin. Îcar ev dê kengî biqede? Nizanim! Qet ne xuya ye ku dê kuta bibe.

Rûdaw: Te behs kir ku hin hêzên din jî hene lê tu naxwazî li ser wan biaxivî. Gelo ev tê wateya ku ji bilî hêzên li Îraqê û 900 leşkerên li Sûriyê, hêzên zêdetir jî hene?

Joe: Erê, hêzên Amerîkî yên din jî hene.

Rûdaw: Li navçeyê?

Joe: Erê, li navçeyê. Em dibêjin ku 900 leşker hene, lê hinekên din li Sûriye û Îraqê hene.

Rûdaw: Karê wan çi ye?

Joe: Ev pirseke baş e. Wekî dixuye erkê wan peydakirina aramiyê ye bi rûbirûbûna DAIŞê û xurtkirina Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo jinavbirina DAIŞê. Herwisa em dixwazin şop û hebûna Amerîka li Îraq û Sûriyê piştrast û misoger bikin. Çimkî ev curekî xweparastinê û astengkirina dijî desthilata tevahî ya Îranê ye ku dixwaze bandora wê ya tam li wan her du welatan hebe û ji wir jî bandora xwe ber bi derveyî navçeyê berfireh bike.

Rûdaw: Eger hikûmeta Îraqê ji Amerîkayê bixwaze ku ji Îraqê derkeve, gelo dê Amerîka vê yekê bike?

Joe: Amerîka ji wir derkeve? Erê.

Rûdaw: Lê hûn hewl didin ev tişt neqewime?

Joe: Em hewl didin xwe ji vê rewşê dûr bixin, çimkî em dixwazin bandora me hinekî li ser Bexda û hikûmeta Îraqê hebe û em şûna lingên xwe li Îraqê xurt bikin. Îcar lê bifikire ku em ji Îraqê derkevin, baş e, va em derketin, dê paşê çi biqewime? Dê DAIŞ xwe bixuşîne hundir û dê ev jî rê bide Îranê ku şûna piyên xwe li wir tekûz bike, paşê divê em hêzên Amerîka dîsa vegerînin wir.

Loma em hewl didin ku xwe ji vê yekê biparêzin. Dema ku ez di vê hevpeyvîna kurt de van tiştan ji te re bibêjim, li wir pevguherîna bazirganî heye. Qerebû heye. Metirsî heye. Ti yek ji van tiştan ne hêsan e. Lê belê peyamên ku ji Washingtonê tên, ne hûrbîn in û bi awayekî ji awayan ji hêla ka em bi rastî çi dikin û çima li wir dimînin, hinekî xapînok in.

Rûdaw: Bila em berî bidin şerê Hemas û Îsraîlê. Bi nêrîna te, dê artêşa Îsraîlê bikare li başûrê Xezeyê jî mîna bakurê wê operasyonê bike? Çimkî fişareke mezin ji aliyê welatên Ereb û Misilman ve heye û niha jî Amerîka fişarê li Îsraîlê dike ku operasyona wê ya li başûr bi awayekî be ku xisarên kesên sivîl kêm bike. Li gor te, dê Îsraîl vî karî bike?

Joe: Li gor min, dê wiha neke. Bi dîtina min, dê ji bo Îsraîlê pir dijwar be ku vê yekê di vê demê de bike. Korîdorên mirovî vekirine û ji xelkê re dibêje di wan korîdorên mirovî de herin. Herwiha ji şêniyên Xezeyê xwestiye ku ji bakur derkevin û biçin başûr. Niha li başûr mirov di ser her tiştî re ne, lê belê tu wan bombebaran dikî û kavilkariyê dikî.

Rûdaw: Lê rê nadin ku ew vegerin bakur jî.

Joe: Erê, rê nadin ku ew vegerin bakur jî.

Rûdaw: Derîçeyek ber bi Misrê ve jî nîne.

Joe: Rast e. Wan ev xelk asê kirine û operasyonan jî dikin…Nizanim... Rêveberiya Amerîka li vir li Washingtonê demildest hat û Netanyahu hembêz kir û li pişt Îsraîlê rawestiya. Lê belê me xwe niha fitilandiye û em hewl didin ku fişarê li Îsraîlê bikin û em dibêjin ku em darizandineke însanîtir ji vî şerî dixwazin.

Rûdaw: Armanca Îsraîlê ji vê operasyona leşkerî çi ye? Amerîka dibêje "ku şer kuta bû, divê ti hêzeke Îsraîlî di siberojê de li Xezeyê nemîne." Bi baweriya te, Îsraîl dê bikare Hemasê bi yekcarî ji holê rake, di demekê de ku Hemas beşek ji xelkê Xezeyê ye? Bi dîtina te, dê bikarin vê yekê bikin û di siberojê de rê li êrişeke mîna ya 7ê cotmehê bigirin?

Joe: Bi awayê ku niha dikin, nikarin. Bi awayê ku em biryarê li ser vî şerî didin, nikarin bikin. Bawer nakim bikarin. Bi baweriya min, dikarin hemû şiyanên leşkerî yên Hemasê ji nav bibin. Li gor min, ev an tiştekî nêzîkî vê dê biqewime û dikarin hemû tunelan hilweşînin.

Hizir ew e ku ev were kirin. Dikarin hemû fermandarên Hemasê jî bikujin. Lê heke were bîra te, Hemas di koka xwe de tevgereke siyasî, leşkerî û civakî ye. Hemas di teşeya hikûmet û perwerdeyê de şax vedaye. Hemasê "Meşa Mezin a Vegerê" ku nerazîbûneke aştiyane bû, organîze kir. Êdî hêmanên Hemasê ev in. Loma tu nikarî wan ji nav bibî, tu nikarî wan bombebaran bikî. Ez li ser wê yekê dilgiran dibim ku Îsraîl derbeke wiha xurt lêxe.

Me ew vîdyo dîtin ku hin mêr tên tazîkirin û sivikatî bi wan tê kirin. Baş e, ev çi peyam e ji Xwedê re dişînin? Ev tenê tevgera berxwedanê gurr dike. Tevgera berxwedana dijî Îsraîlê gurr dike. Heke Îsraîl ji rexê din were û bibêje "Baş e, em niha hikûmet in û serpereştiya vir dikin", wê çaxê dê Xeze tavilê bibe girtîgeh û tevgera berxwedanê geş bibe ku tiştê Hemas li ser dijî ev bi xwe ye.

Rûdaw: Îsraîl li ser vê yekê kar dike ku navçeyeke serbixwe li Xezeyê ava bike. Qasî ku min ji Wezareta Derve pirsiye, Amerîka jî dibêje ku em piştgiriya vê hizirê nakin. Di heman demê de jî gulopa kesk pênexistiye. Li gor te, Îsraîl dikare bêyî razîbûna Washingtonê wê navçeyê ava bike?

Joe: Ez bawer nakim. Bawer nakim zêde bidome. Çimkî divê artêşa Îsraîlê xwe ji Hizbullaha Libnanê biparêze ku ji hêzên Hemasê yên ku niha qels bûne, pir şiyandartir e. Bi hezaran leşkerên wan ên yedek di vî şerî de hene. Ez bawer nakim ku bêyî piştevaniya Amerîkayê bikarin demeke dirêj vê navçeya veqetandî birêve bibin.

Rûdaw: Berpirsên Îranê, serokkomar û berpirsên Wezareta Derve jî di nav de, hertim dibêjin eger Amerîka piştevaniya Îsraîlê berdewam bike, dê ev şer berfirehtir bibe. Hûn ti dilgiraniyekê li Washingtonê dibînin ku ev şer berfireh bibe û li navçeyê belav bibe heta Hûsiyên li Yemenê, Hizbullah li Libnanê û komên çekdar li Îraqê?

Joe: Dilgiraniyeke rasteqîn heye. Loma jî tu dibînî ku Wezîrê Derve Blinken serdana deverê dike û bi serokên welatên Ereb re rûdine. Ji ber vê em vê yekê dibînin. Vê dawiyê Henry Kissinger jî mir ku wî ev dîplomasiya navbeynkariyê li Rojhilata Navîn bi cih anî.

Serdana serokên welatan dikir û hewl dida ku wekî aramkerekî li ser van tiştan xizmetê bike. Bi dîtina min, komên ku tu behsa wan dikî, Îran, Hizbullaha Libnanê û Hûsî, ti yek ji wan şerekî berfireh naxwaze. Ev grûp, grûpên Şîî, tenê dixwazin ku Îsraîl were kilîdkirin û girêdan û bi Hemasê re şer bike û wiha bikin berdewam li bakur çend mûşekan biavêjin Îsraîlê û bala artêşa Îsraîlê berdewam li ser vê yekê be. Lê bi nêrîna min, ti yek ji wan şerê berfireh naxwaze.

Tiştê ku ez niha jê dilgiran im ew e ku te behs kir: Hejmarek keştiyên me yên şer ên balafirhilgir hene û Îran jî peyamên xwe zêde dike. Şandina peyaman heye. Herwiha, hin hesabên şaş ên stratejîk hene, lap mîna yên ku Şerê Cîhanê yê Yekem pêxistin. Wê demê em ê têkevin nava şerekî kambax ku ti kes naxwaze. Em ê tam têkevin navê. Ya ku ez jê dilgiran im ev e.

Rûdaw: Lê rewşa deverên avî çawa dibe? Me berî demekê dît ku Artêşa Pasdaran du gemî girtin, Hûsiyên Yemenê jî destên xwe danîn ser keştiyekê. Niha Amerîka hewl dide ku hevpeymaniyeke navdewletî hebe da ku ewlehiya navçeyên avî biparêze. Bi dîtina te, gelo Amerîka dikare vê yekê bike bêyî ku peyameke pir tund ji Hûsiyan û Îranê re bişîne?

Joe: Bi dîtina min, divê hinek bersiv ji wan êrişan re hebin. Me ji bo êrişa Hûsiyan tiştek nekir. Li navçeyê, ne diyar e ka ev keştiyên hilgirên balafirên şer li Deryaya Sor çi dikin. Şêniyên navçeyê ev yek ji min re got. Gelo hûn seba parastina gemiyên bazirganî li wir in? Gelo hûn ji bo parastina leşkerên Amerîka li Sûriyê li wir in? Gelo, ger pêwîst be, hûn ê êrişî Îranê bikin? Gelo ger pêwîst be dê êrişî Sûriyê bike? Tu dizanî ev ne zelal in. Daxuyaniya Serkirdayetiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê pir nezelal e. Bi baweriya min, ev ji rewşê re nabe alîkar.

 Li gor min, bersiva pir xurt a Washingtonê li ser êrişên Hûsiyan li Deryaya Sor dê rêyên avê yên bazirganî bigire. Heke ew kompanya bibêjin ku em nikarin keştiyên xwe li wir têxin metirsiyê, bi rastî dê bi awayekî berbiçav bandorê li bazirganî û aramiya cîhanê bike.

Rûdaw: Bi dîtina te, Îran dê vê derfetê bi kar bîne? Gelo peyamên Amerîkayê bi ciddî wergirtine dema ku dibêje beşdar nebin, lê dibin?

Joe: Te bi xwe bersiva pirsa xwe da! Îran wan daxuyaniyan bi ciddî wernagire.

Rûdaw: Gelo dê vê derfetê bi kar bîne?

Joe: Erê, niha pir wiha dikin.

Rûdaw: Lê çima Amerîkayê biryar daye ku bêdeng bimîne û çavên xwe li hember belgeyên ku li navçeyê hene bigire?

Joe: Dema ez ji dîtinên cihê li vê yekê dinêrim, yek ji wan bikaranîna nûçeyan li vî welatî ye. Min digot qey êrişên Deryaya Sor nûçeyên mezin bûn. Ew aloziya mezin li Rojhilata Navîn nûçeyeke mezin bû. Nêzî şeş demjimêran rojeva Amerîkayê bû.

Sibeha roja yekşemê bû, gava yekşem qediya, êdî ew nûçe nemabû. Tu dizanî, ev bajar ji bo weşana nûçeyên televizyonan pir guncav e, çimkî nûçeyên televîzyonê li vî bajarî Washington Post û New York Timesê dilivînin. Bi baweriya min, ew dixwazin bala xelkê û kesên dengder bêtir li ser pirsgirêkên navxweyî be. Naxwazin [li derve] tiştekî bikin ku bala xelkê bikişînin ser wê.

Rûdaw: Lê bi dîtina te, dema Amerîka behsa operasyonên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyê dike, pir cidî ye ku wan êrişan hevalbendên Amerîkayê ji bo têkbirina DAIŞê lawaz kiriye?

Joe: Em li ser pabeniya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk re cidî ne. Bi baweriya min, me Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo şerê DAIŞê çêkir. Li Pentagonê, bi rastî pabendî bi Hêzên Sûriya Demokratîk re heye.

Rûdaw: Lê gefên ku li ser HSDê hene?

Joe: Gef ji aliyê kî ve?

Rûdaw: Ji aliyê Tirkiyeyê ve.

Joe: - Ez naxwazim vê sade bikim - lê ev dijwar e, çimkî em Tirkiyeyê wekî endameke NATOyê dixwazin ku vî şerî dijî Rûsyayê kuta bike ku niha mijara Rûsya-Ukraynayê xitimiye. Em Tirkiyeyê li wir dixwazin. Ev tişt çawa çareser dibe bila bibe. Em dixwazin Tirkiye tê de beşdar be. Lê tu dibînî ku Tirkiyeyê dijî HSDê ye. Dema ez li Fermandariya Hêzên Amerîkayê bûm, Tirkan pir dijayetî dikir her cara ku me eşkere pesnê HSDê dida. Loma ez ditirsim…

Rûdaw: Gava hûn qala HSDê bi başî dikin, ew têkiliyê bi we re datînin?

Joe: Bi rêya balyozxaneyê.

Rûdaw: Bi rêya balyozxaneyê.

Joe: Me pesnê HSDê ku hevkara me ye dida, me ew nola hevkarekî dinirxand, lê belê Tirkan, balyozxaneya Tirkiyeyê pêwendî dikir: "Hûn dikarin wê tweetê jêbibin? Fermandariya Hêzên Amerîkayê dikare wê gotinê jê bibe?"

Rûdaw: Ev tiştekî tîne bîra min: Daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî li ser hin êrişên li Sûriyê hebû, lê piştî demeke kurt ew tweet jêbir. Ev li ser daxwaza Tirkiyeyê bû?

Joe: Bi rastî û bi tevahî nayê bîra min.

Rûdaw: Wê çaxê bû gava Amerîka droneke Tirkiyeyê li Sûriyê xistibû xwarê, çimkî dron nêzîkî baregeheke Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûbû.

Joe: Zehf rast e, erê rast e. Erê, hate bîra min.

Rûdaw: Tirkiyeyê daxwaz ji we kir ku hûn vê postê ji Twitterê jêbibin?

Joe: Tê bîra min ku me di vî warî de postek belav kiribû, nayê bîra min ku me ew jêbiribe, lê tê bîra min ku di demeke diyarkirî de ji hêla Wezareta Derve ve ji me re hate gotin ku em dev ji axaftina li ser HSDê berdin.

Mebesta me ew bû ku HSDê di şerê DAIŞê de hevkara me ye û me ew tenê wekî hevkarekî dinirxand. Rewşeke pir aloz li Rojhilata Navîn heye. Di demekê de ku Tirk qasî dikarin mifayê ji piştevaniya Amerîkayê werdigirin, qasî dikarin mifayê ji endamtiya xwe ya di NATOyê de werdigirin.

Rûdaw: Gelo ti hewldaneke dîplomatîk ji aliyê Amerîkayê ve heye ku wiha li Tirkiyeyê bike ku li hember HSDê ne ewqasî tund be?

Joe: Bi nêrîna min, tedbîra dijî vê yekê ew e ku me hêzên Amerîkayê ligel HSDê bi cih kirine û Tirkiyeyê jî vê yekê dizane. Heger êrişî HSDê bikin... jixwe behs nakim ku ew nikarin Amerîkiyekî, leşkerekî Amerîkayî bikujin, çimkî ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe bobelat.

 

Rûdaw: Bila em vegerin ser Îraq û Herêma Kurdistanê. Çi dilgiraniyên we ji hêzên Pêşmerge hene? Dema tu bi xwe jî li Fermandehiya Hêzên Amerîkayê bûyî, tu dizanî ku demeke dirêj e wan dest bi proseyekê kiriye ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge, lê heta niha ti encamên şênber derneketine holê, nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

Joe: Jixwe bi tu hawî tiştek ne zelal e. Tiştek nehatiye tekezkirin. Di rastiyê de, qet bi pêş neketiye û qet nehatiye eşkerekirin. Hemû kar û bar li hundirê Îraqê pir aloz bûne. Di heman demê de, bandora Îranê li wir heye. Bandora Tirkiyeyê jî heye. Paşê Pêşmerge hene ku heta radeyekê Îraq wekî welatê wan e, lê ev yek qet bi temamî zelal nebûye.

Rûdaw: Di mijara şerê DAIŞê de, asta hevahengiya we ligel Wezareta Pêşmerge çawa ye? Herwiha, helwesta we li hember êrişên Îranê li ser baregehên we li Herêma Kurdistanê çi ye?

Joe: Fermandehiya operasyonên şerê DAIŞê ligel Pêşmerge kar dike, lê fermandehî parçe parçe bûye. Pêşmerge bi xwe yek pêkhate ye. Yek deste ye ku fermandarî pê re dixebite. Fermandarî bi Sûriyê re jî kar dike. Bi HSDê re jî kar dike.

Bi Bexdayê re jî kar dike. Bi Wezareta Berevaniyê re jî dixebite. Loma di mijara şerê DAIŞê de, fermandarî pir parçe bûbû. Li Îraqê tenê çend hezar leşker hebûn. Me berê dabaşa 900 leşkeran li Sûriyê kir. Li gor min, siyaseteke stratejî ya rasteqîn nebû ka em li Îraq û Sûriyê çi dikin.

Rûdaw: Ti dilgiraniyeke we li ser bandora Îran û Heşda Şeibî li ser hêzên ewlehiyê yên Îraqê heye ku pêwendiyeke we ya pir baş bi wan re heye?

Joe: Ev hertim cihê dilgiraniyê bû. Dilgiranî ji hikûmeta Îraqê bû. Li gor min, tedbîra xweparastina ji vê yekê ew e ku operasyon hebin, hêzên me li wir bin, fermandariyeke me ya leşkerî li Bexdayê hebe û ev têkilî berdewam bike.

Bi baweriya min, eger rêveberiyeke din li Washingtonê were ser desthilatê û wan hêzan ji Îraqê vekişîne, ez ê nîgeran bibim. Niha tu bi rastî dibînî ku bandora Îranê zêde bûye. Yan jî yek ji êrişên mûşekî yên li ser Îraqê bûye sedema karesat û qurbaniyan. Îcar li vir, di Kongresê de jî dengek heye ku hêzên Amerîkayê bên kişandin ku ev yek jî dê destê Îranê li Bexdayê bêhtir veke û bihêle ku ew bandora xwe zêdetir bike.

Rûdaw: Berdevkê Berê yê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kolonel Joe Buccino, gelekî spas.

Joe: Gelekî spas ji bo mêvandariya we.

      

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst