REFERANDUM - Tirkiye di 22ê Îlonê de dê çi biryarê bide?

20-09-2017
Kemal Avcı
Enqere
Enqere
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Tirkiye Biryar MGK Helwest
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Giştpirsiya Herêma Kurdistanê wekê hemû cîhanê di rojeva Tirkiyê de jî mijareke sereke ye. Encumena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê (MGK) di 22ê Îlonê de dê bicive û li ser giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê di derbarê helwesta xwe ya dawîn de dê biryar bidin.

 

Gefên Hikûmeta Tirkiyê yên li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê berdewam in. Gelo dê Tirkiye li dijî giştpirsiyê çi bike? Bersiva vê pirsê dê 22ê Îlonê di civîna Encumena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê de diyar bibe. Rojnamevan Melik Yigitel ku nêzîkî hikûmetê ye Nûnerê Enqerê yê TV24 e dibêje, Tirkiye dê li dijî giştpirsiyê tenê tedbîrên aboriyê werbigre.

 

Melik Yigitel herwiha diyar kir: “Hinek alî dengedengê şer dikin. Em herin têkevin, êrîş bikin. Li gorî min ev ne rê û rêbazeke rast e. Ez bawer nakim ku Tirkiye rêbazên wisa hilbijêre. Bi ya min wê di destpêkê de deriyê Xabûr were girtin, xeta boriyên petrolê were girtin. Li gorî min wê tiştên wisa bike.”

 

Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan jî aşkere kir, ku li gor wî dibe ku Tirkiye li dijî giştpirsiyê tedbîrên leşkerî jî werbigre.

 

Oytun Orhan herwiha destnîşan kir: “Li gor serokomar dê ji civînê peyamên tund derkevin. Di vir de tê payîn ku eger aliyê din di giştpirsiyê de rijd be, ji xeynî tedbîrên aboriyê pakêteke ku tê de bikaranîna hêzên leşkerî jî hebe, diyar bibe. Yanî dê peyameke wisa were dayîn. Ewê bike yan na ew mijareke din e. Lê Tirkiye dê bixwaze biryardariya xwe nîşan bide.”

 

Civîna Encumena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê dê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk were û Serokwezîr Binali Yildirim, Serfermandarê Artêşê, Şêwirmendê MÎTê û çend wezîr jî beşdarî civînê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst