Tirkmen bi aheng û çalakiyan pêşwaziya referandumê dikin

20-09-2017
RÛDAW
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Aheng Tirkmen Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê li Mala Tirkmenan ahenga piştgiriya giştpirsiyê hate sazkirin.

 

Li Kurdistanê û cîhanê ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê karnaval, aheng û şahî têne sazkirin û Kurdistaniyên ku beşdarî ahengan dibin, piştgiriya xwe ya ji bo dengê "Belê" nîşan didin.

 

Tirkmenên li Hewlêrê li Mala Tirkmenan jî îro ahengek saz kirin û piştgiriya xwe ya bo dengê 'Belê' ragihandin.

 

Hevwelatiyê Tirkmen ê bi navê Serdar Îlhan ji Rûdawê re ragihand: “Em weke Tirkmen, em jî dixwazin dewleteke me hebe. Di navbera me û birayên me yên Kurd de ti ciyawazî tine ye. Loma emê di giştpirsiyê de bibêjin 'Belê'.”

 

Herwiha hevwelatiyê bi navê Mistefa Dilşad jî aşkere kir: “Ji bo piştgiriya referandumê îro em hatin ba hev. Em weke Tirkmen ji bo referandumê dibêjin 'Belê'. Ji bo azadiyê em dibêjin 'Belê'. Ji bo dewletbûna Kurdistanê em dibêjin 'Belê'.”

 

Îro li Silêmaniyê jî bi beşdariya bi hezaran kes ahenga piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê hate sazkirin û di ahengê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevjîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed jî amede bûn.

 

Mesûd Barzanî di ahengê de gotarek pêşkêş kir û got: “Referandum biryara gelê Kurdistanê ye, ne biryara çend partiyan e. Di mijara niştimanê de em gelê Kurdistanê yek in û partiyekê ne. Referandum ji bo armanceke pîroz, tenê amrazek e û ew armanc jî serxwebûn e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst