Yekbûn Alp: Dixwazin Kurdan vegerînin salên 90î

21-03-2018
RÛDAW
Amed
Amed
Nîşan Newroz Kurdistan Kurd Amed Yakbûn Alp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementera Partiya Çep a Swêdê Yekbûn Alp diyar kir ku li Tirkiyê dixwazin rewşa Kurdan vegerînin salên 90î.

 

Yekbûn Alp li Amedê beşdarî bultena Newrozê ya Rûdawê bû û ragihand ku ji Ewropayê ji bo pîrozbahiya Newrozê 60 kes weke mêvan hatine Amedê.

 

Alp eşkere kir ku dema hatine Amedê, di şahiyên Newrozê yên rojên derbasbûyî de hêzên ewlehiyê gelek astengî li ber wan derxistine û nehiştine şahiyeke birêkûpêk were sazkirin. Yekbûn Alp li ser sedema vê yekê diyar kir: “Li gor nêrîna min, di sala 80 û 90î de çawa ku rewşa Kurdan di wî rengî de bû, dîsa dixwazin bînin wê demê. Lê birastî îro em li Amedê temaşe dikin, Newroza Amedê, em dibînin ku gel jî paşde gav naavêje, dîsa berxwedan didin ber çavên xwe û dixwazin bi ser bikevin.”

 

Parlementera Partiya Çep a Swêdê Yekbûn Alp li ser rêjeya beşdariya Newroza Amedê destnîşan kir: “Li gor rewşa ku em niha têde ne, ev serkeftineke mezin e. Heta ku em bigihîjin qada Newrozê me gelek pirsgirêk didîtin. Gelek mirov tevî vê zehmetiyê rêya xwe berdewam dikin. Her bijî ji wan re.”

 

Yekbûn Alp eşkere kir ku ji bo amadekirina raporteke li ser Efrînê jî hatine Bakurê Kurdistanê û got: “Me dît ku gelê Kurd piştgirî didin Efrînê û em bi vê yekê serbilind in, weke Kurdekê ji Ewropa, gelê Bakur jî piştgirî dide Efrînê.”

 

Alp amaje bi wê yekê kir ku li Ewropayê xelk û rayedar hemû diyar dikin ku gelê Kurd bi tenê hatin hiştin û got: “Di şerê DAIŞê de her kes piştgiriya Kurdan dikir, Kurdan Ewropa diparastin li hember DAIŞê. Wan Kurd weke mînakekî gelek mezin didîtin. Lê mixan Kurd bi tenê hiştin, bêdengiya Ewropayê birastî weke wê yekê bû ku bibêjin 'fermo (kerem ke)'.”

 

Parlementera Partiya Çep a Swêdê amaje bi pêwîstiya yekbûna Kurdan kir û got: “Yekîtiya me Kurdan hêza herî mezin e, li hember çavên Ewropayê jî dema em yek bin bêhtir bihêz dibin. Lê mixabin ev çend sal in ji bo Kongreya Netewî ya Kurdî amadekarî tê kirin, lê mixabin nayê kirin. Ev jî kêmasiyeke gelek mezin e.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst