Dadgehkirina 15 rojnamevanên Kurd îro li Amedê dest pê dike

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Kurd Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê piştî 13 mehan yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamevanên Kurd îro dest pê dike ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatine desteserkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) duh 10ê Temûza 2023an ragihandibû ku yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamevanên Kurd roja Sêşemê 11ê Temûzê (îro) li parêzgeha Amedê dest pê dike.

Komeleya DFGê bang li hiqûqnas û siyasetvanan kiribû ku xwedî li çapemeniya Kurdî derbikevin.

Îro yekemîn rûniştina dozê li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê kirin û hejmarek nûner û rêveberên saziyên civakî û hiqûqnas jî beşdar bibin.

Li gor zanyariyan, di rûniştina dozê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengiz Çandar û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu dê amade bibin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser hejmarek malan de girtibûn û di encama operasyonê de 20 ji wan rojnamevan 22 kes hatibûn desteserkirin.

Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst