Rêveberê Polîsên Kerkûkê: DAIŞê hêzeke zêde kom kiriye

21-06-2017
RÛDAW
Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadi
Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadi
Nîşan Kerkûk Hewîce DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê eşkere dike, tevgera DAIŞê ya li navçeya Hewîceyê zêde bûye û ev yek jî cihê gumanê ye.

 

Navçeya Hewîceyê ji 4 bajarok û zêdetirî 500 gundan lixwe digre. Ev herêm hê jî di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

 

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê zêdebûna êrîşên DAIŞê yên li Xurmatû got: “Heta niha jî ji sedî 30ê axa Kerkûkê di bin destê DAIŞê de ye. Niha hejmara çekdaran du qat zêde kirine.”

 

Serhed Qadir balkişande ser zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û diyar kir, ku eger heye bixwazin êrîşî pêşmergeyan bikin û rewşa ewlekariya Kerkûkê têkbidin.

 

Qadir diyar kir: “Hatina vê hêza zêde ya DAIŞê cihê gumanê ye. Heta niha Hewîce wiha di bin destê DAIŞê de maye û li ser Kerkûkê metirsî ye. Ji ber guvaşa ser Mûsilê, çedkarên DAIŞê dixwazin li vê derê bereyekî nû vebikin.”

 

Navçeya Hewîce ligel gelek cihên rêzeçiyayên Hemrînê û çend deverên Deşta Diyalayê hê jî di bin kontrola DAIŞê de ye.   

 

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir da zanîn, ku heta niha jî derbarê dema destpêkirina operasyona Hewîceyê de ti biryareke fermî nîne û got: “Ji bo kontrolkirina Hewîceyê pêwîste hikûmeta federal, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymaniya navdewletî rêkeftinê bikin. Dema destpêkirina operasyonê û herwiha ew hêzên ku piştî operasyonê lê bimînin, bi vî awayî dikare were destnîşankirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst