Îtalyayê ji bo xelkê Derbendîxan û Xurmatoyê alîkarî şand

22-12-2017
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Bi firokeyên leşkerî şand
Bi firokeyên leşkerî şand
Nîşan Îtalya Derbendîxan Alîkarî Xurmato
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatê Îtalyayê ji bo pêwîstiyên zivistanê yên 200 malbatên koçberên Xurmato û ziyanpêkeftiyên erdheja Derbendîxanê, alîkarî şande Herêma Kurdistanê.

 

Rêveberê Giştî yê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Qeyranan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hoşeng Mihemed ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û herwiha erdheja 12ê Mijdara 2017ê ya Derbendîxanê, Îralyayê ji bo ziyanpêkeftiyan alîkarî şandiye. Di 11ê Kanûnê de bi rêya 3 firokeyan rasterast hevkarî şandiye Silêmaniyê.”

 

Hoşeng Mihemed da zanîn, ku vê carê jî hikûmeta Îtalyayê ji bo pêwîstiyên zivistanê alîkarî ji bo 200 malbatan şandiye û ev alîkarî jî dê bi ser koçber û ziyanpêkeftiyan werin belavkirin.

 

Mihemeed diyar kir, ku ji bo sotemeniyê jî wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye û niha bi rêya parêzgehên Herêma Kurdistanê pêwîstiyên sotemeniyê ji bo koçberan tê dabînkirin.

 

Herwiha Konsula Îtalyayê li Hewlêrê Serena Moronî jî da xuyakirin, ku ew dê alîkariyên xwe yên ji bo koçber û ziyanpêkeftiyên Kurdistanê berdewam bikin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst