Li Silêmaniyê qeza: Pênc kesan canê xwe ji dest da

17-01-2024
Nîşan Silêmanî Qeza Kelar Derbendîxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya qezayên Kelar û Derbendîxanê yên Silêmaniyê barhilgirek û pîkabek li hev qelibîn, pênc kesan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Germiyanê Muqedem Saman Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku qezayê îro saet 08:00an rû daye.

Muqedem Saman Elî herwiha da zanîn ku qezayê ji ber xetaya pîkabê rû daye û dema pîkabê xwestiye seyareya pêşiya xwe derbas bike li barhilgira ku ji aliyê din ve tê xistiye.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed jî ji Rûdawê re da zanîn:

“Di vê qezayê de sê mêr û du jinan cane xwe ji dest daye. Her pênc jî ji Derbendîxanê ne.”

Li aliyê din, li gorî amarên Trafîka Herêma Kurdistanê par li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 706 qezayan rû daye.

Di van qezayan de 445 kesan cane xwe ji dest daye û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst