Şanda serkirdetiya PDKê serdana serokê nû yê Tevgera Goran kir

26-07-2017
RÛDAW
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan PDK Silêmanî Tevgera Goran
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) –  Serokê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li gel şandekî, bi armanca pîrozbahiya salvegera damezrandina Tevgera Goran û hilbijartina serok û rêveberiya nû ya vê Partiyê, serdana serokê nû yê Tevgera Goran kir.

 

Serokê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî îro Çarşemê 26-07-2017, li Girdê Zergete ya Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û endamên rêveberiya Tevgera Goran pêşwaziya şanda serkirdetiya PDKê kirin.

 

Piştî serdanê Edhem Barzanî ji rojnamevanan re got: “Em hêvîdar in em hemû bi hev re ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî gavan bavêjin. Pêwîst e ji bo paşeroja vî gelî em yekrêziya nav mala kurd biparêzin.”

 

Barzanî herwiha diyar kir: “Armanca serdana me ya îro pîrozbahiya hilbijartina serkirdetiya nû bû. Em ji wan re serkeftinê dixwazin.”

 

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî jî diyar kir, ku di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî kirine û wiha axivî:

 

“Me tekez kir, ku pirsgirêk her çi dibin bila bibin, divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Divê em yekrêziya nav mala kurd biparêzin. Divê hemû pêngavên ji bo paşerojê bi hevre û yekgirtî bên avêtin. Divê em yek deng û yek îrade bin. Divê hemû alî li hember nêrîna aliyê din rêzdar be û îradeya xwe bi ser ya din de nesepîne. Bi hevre pirsgirêk werin çareserkirin.”

 

Hacî got: “Hatina vê şandê jî diyar dike, ku hewldanek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Hêvîdar in hemû pirsgirêk li ser maseya guftûgoyan werin çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst