300 wesayîtên koçberên Efrînê derbasî herêmên xwe bûn

27-05-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Koçber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî zehmetiyan jî, di nava rojekê de 300 otomobîlên koçberên Efrînê, derbasî wê herêmê bûne.

 

Welatiyê Efrînê ku bi nasnavê Bavê Samir tê naskirin, ji Rûdawê re ragihand ku tevî zehmetiyan jî pêla vegera koçberên Efrînê berdewam dike.

 

Bavê Samir diyar kir ku di nava 24 demjimêran de 300 otomobîlên koçberên Efrînê vegeriyane nav herêma xwe.

 

Derbarê astengiyên li ber koçberên Efrînê de jî Bavê Samir da xuyankirin ku gelek astengî li pêş derbasbûna koçberên Efrînê hene, lê her ew hewl didin ku di zûtirîn dem de, vegerin cih û warên xwe.

 

Bavê Samir herwiha got: “Rê ji aliyê Mirêmîn-Kefer û Cennê-Efrîn ve, vekirî ye, eger zehmetî hebin jî, rêya Qîbarê heye.”

 

Ji 5ê vê meha Gulanê ve, proseya vegera koçberên Efrînê destpê kiriye, hinek caran radiweste, lê gelek caran jî, biser dikeve. Heta niha, ji aliyên Nubbul, Zehra, Til Refhet û Bênê zêdetirî 20 hezar koçber vegeriyane ser mal û milkên xwe.

 

Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn,  li şûna wan malbatên ereb têne bicihkirin.



Ew koçber li navçeyên derdora herêma xwe belav bûn. Hinek ji wan vegeriyan, lê beşekî ji koçberan nikarin vegerin cih û warên xwe, rê li wan digirin û wan gulebaran dikin.

 

Xelkê Efrînê ji tirsa guhertina demografiya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe.

 

Hejmara nişteciyên Efrînê, sala 2011an, nêzîkî 700 hezar kes bû. Piştî krîza Sûriyê, nêzîkî 300 hezar koçber, ji navçeyên din ên Sûriyê li vê  herêmê bicih bûn, êdî hejmara giştî li Herêma Efrînê gihişte nêzîkî milyonek kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst