Koçberên ji Dêrezorê vedigerin bajarê xwe

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Koçber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrezorê, hinek kesên koçberbûyî vegeriyan ser kar û malên xwe.

Xwediyên kargehên li herêma pîşesaziyê ya Dêrezorê, ji bo bi awayekî baştir kar û debara jiyana xwe bikin xizmetguzariyê dixwazin.

Pîşekarê ji Tirkiyeyê vegeriyaye Dêrezorê Elî El Safî got:

"Dema bûyer çêbûn ez çûm Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê ez bi xizmên xwe re axivîm û wan ji min re got, kar heye û ez jî êdî vegeriyam Dêrezorê.

Min rewş dît, spas ji Xwedê re berê kolan ne wiha bû, wan kolan çak kiriye, elektrîk danîne lê hin jî xizmetguzarî kêm in."

Pîşekarên Herêma Pîşesaziyê ya Dêrezorê elektrîkê, amûrên çûnûhatinê û xizmetguzariyên din dixwazin.

Pîşekar Nadir Rekad jî got:

"Em ji Kolana El Sicinê anîn vê derê.

Ji me re gotibûn xizmetguzarî heye lê elektrîk xirab e, tenê çend demjimêran heye û ew jî têra karê me nake.

Çûnûhatin jî nîne, em bi motorsikletên kirê tên. 

Eger elektrîk hebe mirov dikare karê xwe hinekî bi pêş bixe ango ne amûrên çûnûhatinê ne jî elektrîk hene."

Ji sala 2011ê ve, zerereke mezin gihiştiye Dêrezorê û piraniya wî bajarî kete ber wêraniya şer û pevçûnên di navbera çekdaran û artêşa Sûriyeyê de.

Piştre jî kete ber kiryarên çekdarên DAIŞê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst