Derbendîxan (Rûdaw) – Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê hemwelatiyê bi navê Peywend Hemîd, ji ber nexweşiyê qelew dibe. Ew ji ber qelewiyê ji civak û hevalên xwe jî veqetiyaye.
Peywend Hemîd sala 1998ê jidayik bûye û niha kêşa wî 220 kîlogram e. Birayê wî yê 2 salî jî herweke wî qelew e û ew jî 40 kîlogram e.
Peywend hêj ji zarokatiya xwe ve qelew bûye lê her ku temenê wî mezin bûye, qelewî jêre bûye astengiyeke mezin. Ji ber qelewî ew ji jiyana civakî û hevalên xwe jî qut bûye. Pizîşk dibêjin, hormonên wî lez bi lez geşe dikin û ev jî dibe sedema qelewiyê.
Ciwanê Kurd dibêje: “Dema bixwazim teksiyekî bigrim şofêr nasekinin. Ji ber ku wesa dibînin otomobîla wan min hilnagre.”
Birayê wî Peşêw ê 2 salî jî hê ji niha ve qelew e. Ew jî niha 40 kîlo ye û cilê zarokên 12 salî liber dike.
Berovajiyê Peywend û Peşêw, du xwîşkên wan ên bi navê Pena û Prûşe hene ku kêşa wan asayî ye û ne qelew in.
Pena dibêje: “Ez 15 salî me û 38 kîlo me. Kêşa min asayî ye. Em li mal çi dixwin ew jî dixwin lê em qelew nabin, ew qelew dibin.”
Bavê Peywend, Medîj jî li Iraq, Îran û Tirkiyê ji bo çareseriya zarokên xwe geriyaye lê ti çare peyda nekirine. Pizîşkan jê re gotine kilîla çareseriya nexweşiya Peywend û Peşêw li Ewropayê ye li rewşa darayî dest nade bav zarokên xwe bibe Ewropayê.
Hemîd dibêje: “Bi vî awayî jiyana wan a asayî jî zehmet e, li dibistanê pirsgirêka li kolanê pirsgirêk e. Dermana wan tenê li derveyî welat e. Ez ji saziyên peywendîdar û serokwezîr û cîgirê wî daxwaza alîkariyê dikim.”
Her heyv ji bo hatin û çûna pizîşkî û mesrefên dermanan, 850 dolar ji bo vê malbatê pêwîst e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse