Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsê îstîxbarata PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

05-07-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Silêmanî MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkiyê îro ragihand, saziya îstîxbarata niştimanî ya wî welatî (MÎT) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê berpirsekî pilebilind ê PKKê ku plandanerê kuştina dîplomatekî Tirkiyê yê li Hewlêrê bûye, kuştiye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê di nûçeyeke bilez de ragihandiye, Berpirsê Îstîxbarata PKKê li Iraqê Celal Kaya di operasyoneke MÎTê de li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, ew berprisê PKKê teşwîqkarê êrîşa ser dîplomatê Tirkiyê yê li Hewlêrê Osman Kose û kuştina wî bûye.

Ji aliyê PKKê ve derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nehatine dayîn.

Derbarê dem û çawaniya operasyonê de ti hûrgilî nehatine ragihandin.

Osman Kose karmendê Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bû û roja 17ê Temûza 2019an di bûyereke teqekirinê de li xwaringeha Huqqabaz a li bajarê Hewlêrê tevî du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên bi navên Osman Mihemed Elî û Beşdar Remezan Salih hat kuştin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst