Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên bi Silêmaniyê re dirêj kir

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Silêmanî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên bi Firokexaneya Silêmaniyê re heta sala 2024an dirêj kir.

Çavkaniyekî ji Ofîsa Silêmaniyê ya Kompanyaya Turkish Airline îro 3ê Temûza 2023an ji Rûdawê re ragihand, ew bi rêya emailê hatine agahdarkirin ku Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên bi Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê re heta 3-1-2024an dirêj kiriye.

Kompanyaya Hêlên Esmanî ya Tirkiyê ji meha Nîsanê ve geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê rawestandine.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, Hendirên Hîwa Muftî têkildarî mijarê ji Rûdawê re got: “Du biryar hene ji bo dirêjkirina geştên esmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, biryara hikûmeta Tirkiyê û biryara Kompanyaya Turkish Airline, heta saet 14:30ê piştî nîvro ti biryar ji her du aliyan ve negihîştiye destê me.”

Hendirên Hîwa Muftî têkildarî biryara hikûmeta Tirkiyê ya derbarê geştên esmanî yên bo Silêmaniyê de got: “Em pêşbînî dikin ku berî 10ê vê mehê, hikûmeta Tirkiyê me ji biryarê û hûrgiliyên wê agahdar bike.”

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê behsa zirarên rawestandina geştên esmanî jî kir û got, “di sê mehên bihorî de ku geştên esmanî hatine rawestandin, zêdetir ji 3.5 milyon dolar zirar gihîştiye firokexaneyê.”

Ofîsa Hewlêrê ya Kompanyaya Turkish Airline ragihand, ew dê pabendî biryara dirêjkirina rawestandina geştên esmanî yên bo Silêmaniyê bin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst