Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Eniya Tirkmeniya Iraqê, Erşed Salihî ji Rûdawê re ragihand, mana wan li gel Iraqê yan hatina wan bo nav Kurdistanê girêdayî wê çendê ye, ku kîjan alî paşeroj û çarenivîsa tirkmenan garantî dike.
Erşed Salihî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, tişta ku ew dixwazin, ji Kurdan naxwazin, belku ew dixwazin hevbeş bin.
Salihî herwiha dibêje: “Eger Kurd niyeteke cidî û baş li gel tirkmenan hene, bila bên her ji Mendelî ve heta digihîje Zaxoyê, em li ser hemû tiştî li hev bikin.”
Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê diyar dike, ew bijarde hemû girêdayî wan destkevtan in ku werin bidestxistin, herwiha girêdayî wê yekê ye, ku kîjan alî çarenivîs û paşeroja te garantî dike.
Erşed Salihî tekez dike: “Ji bo ku Kurd û Tirkmen li vê navçeyê weke bira bijîn û hevbeş bin, pêwîst e em li ser çend mijaran li hev bikin.”
Salihî herwiha dibêje, ku Kurd û Tirkmen cografiyeke hevbeş hene û ji ber wê yekê jî pêwîst e, ku her du alî hevbeşên rasteqîn bin û destnîşan dike: “Eger niyeteke cidî heye, bila kerem bikin, her ji Mendelî heta digihîje Zaxoyê, em li ser her tiştî li hev bikin.”
Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê wiha axivî:
“Ewa ku em dixwazin, em ji Kurdan naxwazin, çimku dive em hevbeş bin di hemû tiştî de. Eger niyeteke cidî heye, bila kerem bikin, ji Mendelî ve heta digihîje Zaxoyê, em li ser hemû tiştî li hev bikin. Yanî hikûmeta herêmê daxwaziyên me cîbicî nake, belku dive em bi hevbeş di vê çarçoveyê de kar bikin û li hev bikin. Çimku cografiya me hevbeş e û li ser vê bingehê jî pêwîst e em hevbeşên rasteqîn bin. Zêdebarî ew hemû destkevtên zêde ku Kurd ji hikûmeta navendî wergirtiye, lê hêj nerazî ye û dibêje, ku divê ez bibim hevbeşê rasteqîn, êdî çima ez qebûl bikim, di demekê de ku ti mafekî min nîne û ez xwe weke hevbeşê rasteqîn nabînim û nehatime kirin jî. Ji bo ku Kurd û Tirkmen li vê navçeyê weke bira bijîn û hevbeş bin, pêwîst e em li ser çend mijaran bi tevahî li hev bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse