TKPê şaredariya Dêrsimê ji HDPê stand

31-03-2019
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê HDP TKP Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên nefermî li bajarê Dêrsim %100ê dengan hatine hejmartin û Berbijêrê Partiya Komunîst a Tirkiyê Mehmet Fatih Maçoglu Serokatiya Şaredariya Dêrsimê bi dest xistiye.

 

Li gor encamên ku ajansa AAyê belav kirine, nazmedê Partiya Komunîst a Tirkiyê li Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu, %32ê dengan bi dest xistiye û seroaktiya şaredariya Dêrsimê qezenc kiriye.

 

Herwiha berbijêrê HDPê Nurşat Yeşil jî %29.04ê dengan bi dest xistiye.

 

Li gor van encamên nefermî, TKP şaredariya bajarê Dêrsimê ji HDPê standiye.


Hêj Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê encamên fermî belav nekirine.

 

Pêştir peyamnerê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar ragihandibû ku li gor encamên ji sedî 80ê dengên cudakirî, Mehmet Fatih Maçoglu ji sedî 32.82 bidest xistiye û li pêş berbijêrê HDPê Nurşat Yeşil ketiye.

 

Herwiha li Dêrsimê, berbijêrê CHPê Yusuf Kenan Aydin ji sedî 20.93ê dengan û berbijêrê AK Partiyê Gokhan Arasan jî ji sedî 14.15ê dengan bidest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst