Bakirhan: Em dê dîsa navê Dêrsimê li tabelaya şaredariyê binivîsin

04-03-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Tuncer Bakirhan Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çû Dêrsimê û got, “1ê nîsanê em dê dîsa navê Dêrsimê li tabelaya şaredariyê binivîsin”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana bajarê Dêrsimê û li wê derê bi welatiyan re civiya.

Civîna DEM Partiyê li Meydana Seyît Riza hat lidarxistin û namzedên hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê yên DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û pêkhateyên "Tifaqa Dêrsimê" jî beşdarî civînê bûn.

“Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li Kurdan dike”

Tuncer Bakirhan jî axivî  û siyaseta AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya li beramberî Kurd û Elewiyan rexne kir û got:

"Ev 21 sal in cihêkariyê li Elewî û Kurdan dikin ew tune tên hesibandin. Erdogan ji bo Elewiyan dibêje ‘cure.’ Hîn jî nizane bê ka Elewîtî çi ye. Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li Kurdan dike.

Her ew e ku dibêje ' jin jî be, zarok be jî em ê li hêsirên çavên wan nenêrin û tişta pêwîst bikin.’ Ev dijminên xwezaya me, dijminên kurdan û jiyana me ne.

Xelkê me dê li her aliyê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê bersiva herî baş bide wê dijminatiyê.”

“Hin tişt bi fedakariyan çêdibin”

Bakirhan herwiha derbarê Tifaqa Dêrsimê jî got:

“Hin tişt bi fedakariyan çêdibin. Ez hemû hevalên ku keda wan di vê îtîfaqê de heye bi rêzdarî silav dikim.

 Ev tifaq ne tenê tifaqa hilbijartinê ye, tifaqa li dijî talanê ye û tifaqa nasnameya şoreşgerî ye.

Ez di wê baweriyê de me ku ev tifaq dê Dêrsimê li Tirkiyeyê ji bo tifaqan bike modeleke girîng.”

“Neviyên Seyîd Riza dê li ser gotina Dêrsimê rijd bin”

Di berdewamiya axaftina xwe Tuncer Bakirhan got:

“Wan berî 90 salî bi 'Yasaya Tuncelî' xwest vir bê nasname bikin. Niha piştî 90 salî bi tunehesibandina navê Dêrsimê dixwazin vir bê nasname bikin.

Lê ez piştrastim ku neviyên Seyîd Riza dê li ser gotina Dêrsimê rijd bin û dê bêjin Dêrsim û bi hezaran sal dê ev der her Dêrsim bimîne.

"Dema em hatin, me li ser avahiya şaredariyê Dêrsim nivîsand, lê qeyûmê ku li şûna hevalên me hatî danîn, navê Dêrsimê jê bir û navê Tuncelî li wir hişt.

Em soz didin we, di 1ê Nîsanê de em dê navê wê dîsa bikin Şaredariya Dêrsimê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst