Hilbijartinên şaredariyan nêzîk dibin: Kurdên Stenbolê çi dixwazin?

29-11-2023
Rawîn Stêrk
Kurdên Stenbolê çi dixwazin?
Kurdên Stenbolê çi dixwazin?
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye careke din ji bo hilbijartinên herêmî dikeve nava proseya hilbijartinan. Li her bajarî hemû partî di nava liv û tevgerê de ne.

Li seranserî Tirkiyeyê ji nû ve heyama hilbijartinan dest pê dike û partiyan dest bi wergirtina serlêdanên berbijêran kirine.

Stratejiya herî mezin a hilbijartinên herêmî jî li Stenbolê dimeşe.

Bêyî Şaredarê niha Ekrem Îmamoglu heta niha partiyên din berbijêran wan ne diyar in.

Îmamoglu di hilbijartina 2019an de bi piştgiriyeke mezin a Kurdan bû şaredar.

Piraniya Kurdên ku deng dane Îmamoglu niha bi wê piştgiriya bê beramber ne qayîl in.

Daxwaza dengdêrên Kurd ew e ku vê carê li ser tiştekî ku di berjewendiya Kurdan de be helwest bê nîşandan.

“Em ji Îmamoglu ne memnûn in”

Zeynel Abîdin Yilmazê ku li Stenbolê dijî got:

“Em ji Îmamoglu ne memnûn in. Selahatîn Demîrtaş got bidin Îmamoglu û me guhê xwe da wî. Em ne memnûn in û vê carê em nadin CHPyê.”

Elî Ozdag diyar kir ku divê Kurd hişyar bin û anî ziman:

“Mixabin di hilbijartina serokkomariyê de Kurd firotin. Ji ber wê divê vê carê Kurd hişyartir bin.”

Mahmut Kaya jî got:

“Kurdan li bajarên Tirkan dan CHPyê lê vê carê em naxwazin bidine wan.”

Li gorî şîrovekar û çavdêran, CHP û Îmamoglu Kurd piştguh kirine û tiştek di her du hilbijartinên çûyî de neketiye destê Kurdan.

Beşeke ne kêm a dengdêrên HEDEPê jî li ser vê yekê dilgiran in û eger vê carê jî bêyî destkeftiyekê piştgiriya aliyekî bikin encam jî dê ne bi dilê HEDEP û aliyên ku piştgiriyê bidinê be.

“HEDEP divê ne wekî partiyeke şoreş û sosyalîzmê tevbigere”

Şîrovekar Umît Firat li ser stratejiya HEDEPê got:

“HEDEP divê ne wekî partiyeke şoreş û sosyalîzmê tevbigere. Divê bêje ka ev kes ji bo Kurdan çi difikire û weada wî çi ye.

Helbet Şaredariya Stenbolê nikare statuyekê bide Kurdistanê lê li vî bajarî zêdetirî 4 milyon Kurd hene. Divê Kurd qet nebe li şaredariyê ne wekî ‘yên din’ lê wekî welatiyên wekhev bêne naskirin.”

HEDEP jî demek e di nava xwe de vê rastiyê dinirxîne û hewl dide stratejiya xwe Stenbolê eşkere bike lê li avahiya wan tiştekî balkêş bi rê ve diçe.

Bi deh hezaran flama, afîş û argumanên ku ji bo propagandayê hatibûn amadekirin têne avêtin.

Ji ber ku YSP bû HEDEP û ew nav jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehat pesendkirin, niha hemû ew mesref diçe çopê. Helbet li aliyekî ew jî li bersiva pirsa hilbijartinê digerin bê ka helwesteke çawa nîşan bidin.

“Dibe ku em bikevin nava hin tifaqan”

Hevserokê HDPyê yê Stenbolê Murat Kalmaz anî ziman:

“Di hilbijartina pêşiya me de hem daxwaza gelê me hem ya partiya me ew e. Gelê me çi dixwaze, berjewendiya gelê me çi ye.

Dibe ku em bikevin nava hin tifaqan jî lê ew tifaq dê di berjewendiya gelê me de be. Em dê li ser vê esasê polîtîkayekê bidin meşandin.”

Di hilbijartinên 2018an de HDPyê li Stenbolê ji sedî 12,7ê dengan ango milyonek û 200 hezar deng bi dest xistibûn.

Li gorî rapirsiyan hêza HEDEPê niha ji 2 milyon dengan derbas bûye. Kilîta hilbijartina şaredariya Stenbolê dîsa di destê vê partiyê de ye lê wê bi kîjan alî ve bê badan ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst