Vekişandina Amerîkayê HSDê neçarî Esed dike

03-09-2018
RÛDAW
Şervanên YPGê
Şervanên YPGê
Nîşan Sûriye Kurd Rojava HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di sê salên derbasbûyî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyê hêzên piyade yên Hevpeymaniya Navdewletî bûn di şerê DAIŞê de. Lê bi dawîbûna şerê DAIŞê çarenivîsa van hêzan jî nediyar e, bi taybetî jî di demekê de ku Amerîka bi niyete xwe ji Sûriyê vekişe.

 

Pisporekî rojavayî jî di wê baweriyê de ye ku ji bo fêmkirina hewldanên HSDê yên nêzîkbûna desthlata Esed, divê mirov li wê bingeha aloz a li navçeyê binere.

 

Şerê Idlibê û çarenivîsa danûstandinên Kurdan ên ligel Esed

 

Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn li Encûmena Atlantîkê Aron Stayn, amaje bi wê yekê dike, “Divê HSD hizra wê yekê bike ku çawa xwe ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê, serkeftina Beşar Esed di şerê navxwe yê Sûriyê de û dijminatiya bi berdewamî ya li gel Tirkiyê amade bikin.”

 

Bi nêrîna Stayn her çiqas bersiva van pirsan ne hêsan e lê dibêje: “Berjewendiya HSDê di wir de ye ku ligel rejîma Esed rêkeftineke demkî bike.”

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk sala 2015ê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi piştgiriya Amerîkayê hate damezrandin. Ji wê demê ve di rizgarkirina navçeyên bin destê DAIŞê de roleke sereke lîstin. Lê beregeha wê hêzê ya ji bo paşeroja Sûriyê difikirin ji ya rejîma Sûriyê cudatir e, armanca wan ew e statûya herêmeke otonom li rojhilat û bakurê Sûriyê misoger bikin. Ev di demekê de ye armanca Şamê jî kontrolkirina hemû navçeyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Bi baweriya Aron Stayn, HSD nikare li dijî hêzên Sûriyê û hevpeymanên wî (Îran û Rûsya) şerê leşkerî bike, ji lewra neçar e sûdê ji wan xalan werbigre ku niha di berjewendiya wan de ne. Amadekariyên şerê Idlibê yên desthilata Sûriyê yek ji wan xalan e ku HSD dikare sûdê jê werbigre. Ji ber ku ev şer derfetê dide HSDê ku xwe ji biryarên bilez dûr bigrin û pêgeha Kurdan a li ser maseya danûstandinan jî bihêz dike.

 

Idlib parêzgeha herî dawiyê ye, ku bi temamî di destê hêzên opozîsyona Erebên Sunne de ye. Heta niha jî ne diyare ka dê operasyona Idlibê kengî dest pê bike û çend berdewam bike. Piraniya şiroveyan wê yekê destnîşan dikin ku şerê Idlibê dê şerê li parêzgehên din ên Sûriyê girantir be û dirêjtir be.

 

Aron Stayn pêşbînî dike ku rejîma Sûriyê piştî vî şerî lawaztir be, ev yek jî sengê Kurdan di danûstandinan de mezintir dike.

 

Stayn dibêje: “Lê dema hêzên Esed xwe komî serhev bikin dê destê Kurdan û Amerîkayê jî lawaz bibe. Lewma divê Kurdên Sûriyê sûdê ji hemû lawaziyên rejîma Sûriyê werbigrin û hewl bidin danûstandinên li gel Esed bigihe encameke li gorî dilê wan.”

 

HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên bi karma û bi disîplîn in. Sê salên şerê DAIŞê ezmûn û moralekî mezin daye wan. Lêkolerî amerîkî balê dikişe ser wê yekê ku şerê Efrînê jî selmand ku YPG û HSD bi tenê nikarin artêşa welatekî bi tena serê têkbibin. PKK û YPGê di raboriyê de nîşandane ku dikarin bi taktîka şerê partîzanî ziyanên mezin bigihînin artêşên bihêz. Dibe her ev yek be meyla Esed ya ji bo êrîşa ser navçeyên bin desthilata HSDê kêm dike.

 

Ji destpêka qeyrana Sûriyê ve YPGê xwe ji şerê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dûr girtiye û dewsa dirûşmên “guhertina rejîmê” piştgirî dane “guhertina sîstema siyasî û îdarî bo sîstemeke nenavendî” kirine.

 

Vê yekê jî ji aliyekê ve rê daye Esed ku zêdetir bala xwe bide ser qadên bin kontrola opozîsyonê û hêzên Kurdî jî bi şerê DAIŞê ve mijûl bin.

 

Stayn dibêje: “Operasyona Idlibê amajeyeke ji bow ê ye ku êdî HSD û YPG nikarin bi demê bilîzin. Ji ber ku dawiya dawîn divê li gel rejîmê rêkeftinê bikin.”

 

Mercên dijber ên Kurdan û hikûmeta Sûriyê

 

Tişta heta niha diyare ew e ku Kurd û hikûmeta Şamê bi mercên xwe yên herî zêde danûstandinan dikin. Kurd ji aliyekê ve ji box we daxwaza herêmeke otonom dikin û ji aliyê din ve jî ji bo tevahiya Sûriyê daxwaza rêveberiyeke nenavendî dikin, ku di nav de desthilata hikûmetên xwecihî pêş dixe.

 

Lê li hember vê yekê Kurdan dest ji hinek îmtiyazên xwe jî berdane. Weke mînak rê dide hikûmeta navendî çavdêriya xalên sînorî yên li gel Tirkiye û Iraqê bike.

 

Ji aliyê din ve projeya rejîmê ya ji bo siberoja Sûriyê berovajiyê daxwazên Kurdan e. Şam dixwaze hemû navçeyên bin kontrola hêzên Kurdî bi temamî hilde bin kontola hikûmeta navendî, hêzên çekdar hilweşîne an jî hilde bin sîwana hêzên serbazî yên hikûmeta Sûriyê.

 

Aron Stayn dûr nabîne ku hikûmeta Sûriyê hinek mafên çandî û kulturî yên wek bikaranîna zimanê kurdî bide Kurdan.

 

HSD û YPG heta niha jî li hember siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê nîgeran in, ku heta niha jî bi zelalLî ne eşkere ye ka çi dikin. Rêveberiya Waşîngtonê ji aliyekê ve mayîna hêzên xwe yên li Sûriyê bi têkbirina DAIŞê û astengkirina firexwaziya Îranê li Rojhilata Navîn ve girêdidin, ji aliyê din ve jî Serokê Amerîkayê behsa “bilezgînî vekişandina hêzên amerîkî li Sûriyê” dike.

 

Lêkolere Encûmena Atlantîkê Aron Stayn tekez dike ku ev nediyariya di siyaseta Amerîkayê de destê Kurdan jî di danûstandinên li gel rejîma Esed lawaz dike.

 

Rûsya û Kurd

 

Di heyama 3 salên borî de Rûsyayê alîkariyeke mezin daye desthilata Esed û piştgiriya wî hiştiye rejîma Sûriyê di şeran de serbikeve. Rûsyayê herwiha rêya destwerdana welatên rojavayî, Kendav û herêmî jî girtiye û xwe kiriye navbeynkarê sereke yê çareseriya pirsa Sûriyê.

 

Aron Stayn dûr nabîne ku vê carê jî Rûsya bikare “girêka kor” a di navbera Kurdan û Şamê de verêse. Ji ber ku berovajiyê Amerîkayê peywendiyên Rûsyayê yên li gel herdu aliyan jî baş e.

 

Stayn ku ev demeke dirêj e çavdêriya rewşa Sûriyê dike, di wê baweriyê de ye ku Waşignton û Moskow dikarin berjwendiyên xwe yên derbarê çarenivîsa HSD û navçeyên bin kontrola wan de bikin yek. Di senaryoyeke wiha de Amerîka qayîl dibe hêzên xwe ji Sûriyê bikişe û li hember de daxaza garabtîkirina ewlekariya Kurdên Sûriyê bike. Rûsya jî dikare Sûriyê li hember vê daxwazê razî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst