Li Cindirêsê çekdaran li ciwanekî Kurd dan û bi giranî birîndar kirin

24-07-2023
RÛDAW
Ciwanê Kurd ê Efrînî, Nezmî Osman ê 19 salî ku rastî êrîşa çekdaran hatiye.
Ciwanê Kurd ê Efrînî, Nezmî Osman ê 19 salî ku rastî êrîşa çekdaran hatiye.
Nîşan Efrîn Cindirês Kurd Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, grûpeke çekdarên Ceyş el-Şerqiye li ciwanê Kurd Nezmî Osman ê 19 salî dan û bi giranî ew birîndar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja Yekşemê 23ê Temûzê, grûpek ji çekdarên Ceyş el-Şerqiye çûne cihê karê Nezmî Osman ku berber e, û bi qermîdekê li pişta wî xistine û hewl dane bi otomobîla leşkerî pê li wî bikin û çengê wî birîndar kirine.

Nezmî Osman bi birîndarî bo nexweşxaneyeke gundê Atmê hatiye veguhestin û paşê bo nexweşxaneyeke Efrînê hatiye şandin.

Nezmî Osman ji malbata Pêşmerge ye ku 4 kes ji wan di şeva Newrozê de bi destê çekdarên Ceyş el-Şerqiye hatibûn kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, di dema êrîşa bo ser Nezmî Osman de, çekdaran sloganên regezperestî li dijî Kurdan avêtine û gotine ku ew dê tola kesûkarên xwe yên girtî hilînin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst