Sûriyê li dijî serdana şandeke Fransî bo Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da

19-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Sûriye Rojava Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Sûriyê serdana şandeke Fransî bo Rojavayê Kurdistanê wek “nerewa û binpêkirin” binav kir û Fransa bi wê yekê tohmetbar kir ku piştgiriya “cudaxwazan” dike û “dijmintiya Sûriyê” dike.

Wezareta Derve ya Sûriyê, serdana şandeke Fransî bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê protesto kir û ragihand ku ew serdan derbasbûneke nerewa ye bo nav xaka Sûriyê û herwiha binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Sûriyê desthilata Rêveberiya Xweser û hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê weke rêxistinên cudakar bi nav dike û Fransatê tohmetbar dike ku piştgiriya wan aliyan dike û dijminatiya Sûriyê dike.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatiye gotin: “Hevdîtina şanda Fransî ligel rêxistinên cudakar binpêkirinek e ji serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê re û rola têkder û dijminane ya Fransayê derbarê Sûriyê de nîşan dide, herwiha hevbeşiya wê di dijîtiya li hember Sûriyê de, û piştgiriya Fransayê ji grûpên terorî û cudakar re diyar dike.”

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwazê ji Civaka Navdewletî dike, ku van reftarên hikûmeta Fransayê şermezar bike û daxwazê lê bike ku ji bo yasayên navdewletî rêzê nîşan bide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst