Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Li welatên erebî piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê mezin dibe

Ji aliyê RÛDAW 10-6-2017
(#SaudiWithKurdistan)
(#SaudiWithKurdistan)

Navende Nûçeyan – Piştî ku Herêma Kurdistanê roja referandûmê diyar kir, vê biryarê li medya cîhanî û bi taybet jî ya erebî deng veda. Herwiha li ser torên civakî jî bi armanca piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dehan haştagên hatine çêkirin.  


Welatiyên Erebîstana Siûdî, haştagek bi navê “Ez siûdî me û piştgiriyê didim serxwebûna Kurdistanê” (#SaudiWithKurdistan) çêkirine. Li ser torên civakî, di serî de li Erebîstanê, li gelek welatên erebî gelek kesan ev haştak parvekirine û piştgirî dane serxwebûna Başûrê Kurdistanê.   

 

Di haştagan de wêneyên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Erebîstanê, ligel wêneyê nexşeya Kurdistanê û pêşmerge hatiye amadekirin. Herwiha gelek siyasetmedarên vî welatî jî di vê mijarê de twîtt nivîsîne.

 

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

 

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

 

Şîrove

 
Bernas | 11-6-2017
Dost di rojek wiha de xuxa dibin. Em/Kurd wan dostan ji bír nakin. Mala wan ava. Xelk dibéje Kurdistan a serbixwe, GORAN xwe kirin bin çenga Malíkí, kem-kum dikin. Ew dijminahíya xelké Kurd e.
1887 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.578 seconds