Hesen Nesrullah: Hizbullah dest ji mûşekan bernade

11-11-2018
RÛDAW
Nîşan Hesen Nesrullah Mûşek Hizbullah Îsraîl Lubnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah ragihand ku nabe hikûmeta Lubnanê bikeve bin wan guvaşan ku armanca wan nehiştina mûşekan e di destê çekdarên Hizbullahê de.

 

Hesen Nesrullah di axaftineke xwe de diyar kir ku gef û dorpêç nabin sedema wê yekê ku Hizbullah dest ji şiyana mûşekên xwe berde.

 

Nesrullah dibêje: “Îsraîla dijmin û Netanyahu ku çekên wan ên atomî hene û xwedî hêzên esmanî û artêşeke mezin in li herêmê, nikarin vê hejmara mûşekên ku li Lubnanê hene qebûl bikin. Çima? Ji ber ku ev mûşek li hember Artêşa Îsraîlê dibin rêgir daku nekarin her karî bikin ku mebesta wan e.”

 

Nesrullah herwiha diyar kir: “Îro ez dixwazim hemû aliyan dilniya bikim ku em dê pabendî bihêzbûna Lubnanê bibin, ku ew jî di hevkêşeya hebûna artêş û xelk û hêzên berevaniyê de xwe dibîne. Em dê pabendî parastina çekan û mûşekên hêzên berevaniyê bibin.”

 

Axaftina Hesen Nesrullah piştî wê yekê hat ku medyayên Îsraîlê belav kiriye ku hikûmeta Îsraîlê bi rêya navbeykarekê ve ji hikûmeta Lubnanê daxwaz kiriye ku li hember şiyanên mûşekî yên Hizbullah karvedaneke wê hebe.

 

Medyaya Îsraîlê amaje bi wê yekê kiriye ku hikûmeta Îsraîlê ji hikûmeta Lubnanê re ragihandiye ku eger ti karekî ji bo raswestandina şiyanên mûşekî yên Hizbullahê neke, Artêşa Îsraîlê dê bertekeke leşkerî bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst