Lubnanê biryara Yekîtiya Ewropayê ya li ser vegerandina koçberan red kir

15-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Lubnan Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê demkî yê Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefeddîn, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku dibêje divê koçber bi dilê xwe ji Lubnanê vegerin welatê xwe red dike.

Wezîrê demkî yê Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefeddîn ragihand ku ev biryara Parlamentoya Ewropa nayê qebûlkirin û armanca wê zexta li ser Lubnanê ye ji bo ku şandeke fermî ya Lubnanê serdana Şamê neke û plana vegerandina bi ewle ya koçberan neyê pêk anîn.

Wezîrê demkî yê Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefeddîn her wiha da zanîn ku ev biryar destwerdaneke eşkere ye, di karûbarên Lubnanê de ku rûbirûyî pirsgirêkên aborî, civakî, ewlehî û jîngehî bûye û dibe ku di paşerojê de rûbirûyî rewşeke guhertina demografîk jî bibe.

Parlamentoya Ewropa bi piraniya dengan ragihand ku dijberiya partiyên siyasî û wezîrên Lubnanê li beramberî koçberên Sûrî zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst