Wezîrê Karên Derve yê Îranê hişyariya ‘belavbûna şer’ da!

13-10-2023
Nîşan Îran Îsraîl Filistîn Hemas Hizbulah Lubnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan têkildarî êrişên Îsraîlê yên li hemberî Xezeyê got, “Ger Îsraîl êrişên xwe nesekinîne dê bûyer li hemû herêmê belav bibin.”

Ebdulahiyan herwiha ji bo rewşa Xezeyê daxwaza lidarxistina civîneke herêmî kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan di çarçoveya serdana xwe ya Beyrûtê de, bi Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbulahê Hesen Nasralah hevdîtinên cuda pêk anîn.

"Ya girîng ewlehî û aramiya Lubnanê ye"

Husên Emîr Ebdulahiyan di axaftina xwe ya bi Necîb Mîkatî re got:

“Ji bo me ya girîng ewlehî û aramiya Lubnanê ye. Armanca sereke ya serdana min ev e. Ez pêşniyar dikim ku di asta serkirdeyên herêmê de civînek were lidarxistin.

Ger Îsraîl êrişên xwe nede sekinandin dê bûyer li hemû herêmê belav bibin.”

Serokwezîrê Lubnanê Mîkatî jî got, “Pêwîst e mijara parastina Lubnanê û rewşa li Xezeyê bên guftûgokirin û çareserkirin.”

Wezîr Ebdulahiyan di çarçoveya peywendiyên xwe yên li Beyrûtê de, bi rêberê Hizbulahê Nasralah re jî hevdîtin kir.

Li gorî daxuyanî nivîskî ya Hizbulahê, Ebdulahiyan û Nasralah geşedanên dawî yên Xezeyê nîqaş kirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Ebdulahiyan û Nasralah, di mijara Xezeyê de têkildarî berpirsyariyên hemû aliyan bi hev şêwirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst