Li Lubnanê ji bo rûbirûbûna koçberan rahênana leşkerî tê kirin

19-07-2023
RÛDAW
Dîmenek ji wê rahênana leşkerî
Dîmenek ji wê rahênana leşkerî
Nîşan Lubnan Rahênana Leşkerî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Deryaya Spî li Lubnanê, rahênaneke serbazî bi beşdariya Hêzên Deryayî û Esmanî yên çend welatan birêve diçe. Armanc ji rahênanê ew e ku rê nedin koçberan di Deryaya Spî re xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Di wê rahênana leşkerî de, artêşên Lubnan, Amerîka, Fransa, Brîtanya, Urdin, Iraq û Misr beşdar bûne û dê heftiyekê berdewam bike.

Ilyas Seya, efserê Artêşa Lubnanê dibêje: “Armanca me ji vê senaryoyê ew e ku em karîna hêzên xwe nîşan bidin, lewma her kesek yan her grûpek bixwaze çi corî ji çalakiyan bike, pwîst e wê yekê li ber çavan bigire ku hêzeke serbazî ji bo rûbirûbûna wan heye.”

Ji bilî rêgirîkirinê li ber derbasbûna koçberan, di rahênanê de, rahênan li ser rizgarkirin û gera li koçberan tê kirin..

Efser ji Artêşa Lubnanê, Ilyas Seya dibêje: “Armanca vî corê ji çalakiyan ew e, em asayişa deryaya xwe biparêzin û rê li ber wan kesan bigirin ku dixwazin bi awayekî neyasayî û bi rêya beleman deryayê derbas bikin. Em rahênanê dikin ji bo ku em baştir bikaribin rê li ber wan bigirin, wan bigirin. Operasyon rizgarkirin û gera li koçberan jî li xwe digire, ku bi sedema rewşa abûrî hejmara wan bilind bûye.”

Lubnan welatekî biçûk û xwediyê şeş milyon nişteciyan e, ji bilî nêzîkî 300 hezar penaxwazên Filistînî yên li Lubnanê û piştî têkçûna rewşa Sûriyê jî bêhtir ji yek milyon welatiyên Sûrî çûne wî welatî.

Xirabiya rewşa aborî ya Lubnanê wiha kiriye ku, ne tenê koçberên nişteciyên wî welatî, lê belê Lubnanî jî bi hezaran dolar didine qaçaxçiyan ji bo ku bi rêya Deryaya Spî xwe bigihînin welatên Ewropayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst