Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Îran: Kurdistan cihê bibe emê sînoran bigrin

Ji aliyê RÛDAW 17-9-2017
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê ragihand, welatê wî tenê hikûmeta yekparçeyî û federalî ya Iraqê bi awayeke fermî nas dike, di egera cihêbûna Herêma Kurdistanê de jî hemû rêkeftinan hildiweşîne.

 

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand, eger Herêma Kurdistanê ji Iraqê cihê bibe, dê pêdaçûna hemû rêkeftinên li gel hikûmeta Kurdistanê bikin û got: “Ji ber ku rêkeftinên me yên li gel Herêma Kurdistanê, di çarçoveya welatê Iraqê de ye.”

 

Şemxanî amaje bi rêkeftinên li ser deriyên sînor kir û diyar kir, ku eger cihêbûn were rojevê dê ev derî jî werin girtin.

 

Elî Şemxanî ji berpirsên Başûrê Kurdistanê xwest ku biryara xwe ya giştpirsiyê careke din li ber çav re derbas bikin nû got: “Dijîtiya cîranên Iraqê ya li hember biryara giştpirsiyê, piştî vê pêvajoyê dê ji bo Kurdistanê bibe sedema alozî û dijwariyê.”

 

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê herwiha da xuyakirin, eger Kurdistan ji Iraqê veqete, welatê wî dê ji bo rûbirûbûna dijberên Îranê li axa Herêma Kurdistanê tedbîrên cuda werbigre.

 

Li hember dijberiya Îran, Tirkiye û welatên din ên mezin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran tekez kir, ku biryara giştpirsiyê ya gelê Kurdistanê ye û dê roja 25ê Îlonê were kirin.

 

Şîrove

 
Devgemiyeki din jí axivi | 17-9-2017
Tú ne kuré bavé xweyi ku tu neki. Qandi Kurda huné ji hunda bikin. Huné malé xwe bifro$in ku? Ji xwe we 35 sale húnda kirye u welaté we 70-80 sale li du welatén we pa$va maye u we mala gelé xwe xerab kiriye.. Ez ji were soz didim ku di ví 15-20 salande tu alozi dernekeve pé$ kurda, ewé herema Kurdistané di her awayie de bikeve pé$iya Irané. Bila péciya xwe nekin nav Kurdistané emé werin diyaré hev kí Míye kí Beran e..

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

1.032 seconds