Îranê îsal 116 Kurd îdam kirine

19-08-2025
Nîşan Îran Kurd Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê hatine tomarkirin, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka îsal ve heta niha 800 kes bi dar ve kirine.

Di nava 8 mehên borî de herî kêm 30 girtiyên siyasî û mezhebî hatine bidarvekirin.

Di heman demê de, herî kêm 22 jin û zarokek jî li girtîgehên Îranê hatine daleqandin.

Ji wan 800 girtiyên ku hatine bidarvekirin, 116 kes Kurd bûn, 107 kes Lor bûn, 92 kes Belûç bûn û 82 kes jî Tirk bûn.

Her wiha li gorî amarên Hengawê, di heman demê de herî kêm 46 welatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê derbarê zêdebûna hejmara bidarvekirinên li Îranê hişyarî da û bangî hemû rêxistinên sivîl û mafên mirovan ên Îran û cîhanê kir ku li hemberî van kiryarên Komara Îslamî ya Îranê helwesteke bibiryar nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst