Parlamenterên Kurd li Îranê hewl didin rê li kuştina kolberan bigirin

27-12-2018
RÛDAW
Li ser sînoran hêzên Îranê bi berdewamî teqe li kolberên Kurd dikin.
Li ser sînoran hêzên Îranê bi berdewamî teqe li kolberên Kurd dikin.
Nîşan Parlamenterên Kurd Îran Kolber Teqe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Kurd di parlamentoya Îranê de, projeyasaya rêgirtina ji teqekirina li kolberan amade dikin.

 

Nûnerê herdu bajarê Pîranşar û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê li parlamentoya Îranê, Resûl Xizrî ragihand, projeyasa bi armanca bidawîanîna teqekirinê li kolberan ji aliyê hêzên Îranî ve ye û ew niha îmzeyan ji bo wê projeyê kom dikin.

 

Bi gotina Xizrî, giringînedana bi jiyana rûniştvanên deverên sînorî û bêkariyê, dê asayîşa nîştimanî ya Îranê bixe metirsiyê.

 

Xizrî got: “Em mijûlî komkirina îmzeyanin ji bo projeyasayeke bilez jibo rêgirtina li teqekirina li kolberan, em çaverê dikin ku li parlementoyê piştevaniya me bê kirin, teqekirina li kolberan bi rastî cihê xemgîniyê ye.

 

Piraniya xelkê deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber bêkarî, rewşa xirab a aborî û hejariyê, bi neçarî li ser sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê karê kolberiyê dikin, lê gelek caran hêzên ewlekariyê yên Îranê teqe li kolberên Kurd dikin.

 

Bi sedema teqekirina hêzên Îranê, her sal bi dehan kolberên Kurd li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê tên kuştin û bi dehan kesên din jî tên birîndarkirin.

 

Kolberî yek ji karên herî dijwar li cîhanê ye. Welatiyên Kurd ji bo peydana debera malbata xwe neçar in, barên bi giraniya heta 120 kg bi pişta xwe hilgirin û bi dehan kîlometran ji ewraz û nişîvan derbas bibin, lê li hember wî karî zehmet pereyekî pir kêm werdigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst