Hunermendê Kurd ê girtî: Heke sûcê min hebe min daleqînin

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Saman Yasîn Îran Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Kirmaşanê Saman Yasîn zêdetirî 18 mehan e li girtîgehên Kerec û Tehranê girtî ye.

Saman Yasîn di nameyekê de ji bo serokê Dadweriya Îranê, behsa rewşa nebaş a tenduristî û derûnî ya xwe dike û daxwaza azadkirina xwe dike.

Hunermendê Kurd daxwaz dike ku eger sûcek kiribe, bila cezayê darvekirinê lê bibirin.

Li ser hesabê Instagramê yê Saman Yasîn dibêje ku di nameya hunermend de hate gotin ku name ji seroka Dadweriya Îranê Xulam Husên Muhsînî re hatiye nivîsandin û tê de behsa rewşa xwe ya xirab a tendirustî û derûnî kiriye.

Saman Yasîn di nameya xwe de dibêje ku ew bê sedem hatiye girtin û zêdetirî 18 mehan e bê delîl di girtîgehên Kerec û Tehranê de girtî ye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hunermendê Kurd Saman Yasîn di nameya xwe de wiha got, “Ji kerema xwe re bêje min çi sûc kiriye? Eger min sûc kiribe, ji kerema xwe cezayê girtîgehê li min bibirin.

Eger ez ne tawanbar bim, min azad bikin. Ez nizanim sedema hemû hêrs û êşandina min ji aliyê saziyên darazê ve çi ye.

Ez cezayê darvekirinê dixwazim. Ez nikarim ji ber sûcê ku ne ez û ne hûn pê nizanin, cezayê girtîgehê û ne diyariya çarenûsa xwe bikişînim.

Ez ji we dixwazim biryara darvekirina min derxin. Ti nerazîbûna min tine ez dê bi pencemor û îmzeya xwe bi nivîskî razî bim.”

Saman Yasîn roja 2yê Çiriya Paşîna 2022yan bi tohmeta piştgirîkirina xwepêşanderan li mala xwe yali Tehranê hatibû girtin.

Piştre Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tometa “şer û hewldana li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê” cezayê darvekirinê lê birî lê Dadgeha Bilind ev ceza betal kir û ji bo lêkolînê dîsa şand dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst