Merîwan: Kolberekî canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê Merîwanê wesayîteke kolberan qulibî û di encamê de kolberekî canê xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Şeva borî hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî gundê Kolanê yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê da dû wesayîteke ku kolber tê de bûn û wesayît wergeriya.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, şofêrê wesayîtê yê bi navê Aram Menûçeriyê ji Merîwanê canê xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di mehekê de li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji ber sermayê cemidî û 4 kolber jî bi guleyan hatin kuştin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê sala 2023yan 37 kolberan canê xwe ji dest daye yan jî hatine kuştin û 320 kolber jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst