Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li dijî rêxistina DAIŞê heta niha di rojeva kirîza Sûriyê de ye, û Amerîka derketin û mana hêzên xwe ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi şerê li dijî DAIŞê de girê dide.
Rayedarên Amerîkî geh dibêjin ku DAIŞ lawaz bûye, nemaye, geh jî dibêjin û ku hîn şerê li DAIŞê berdewam e, herî dawiyê jî, doh Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence gotibû ku hîn DAIŞ bi dawî nehatiye, û Serokê Fransa Emanuel Macron jî dibêje, ku hîn metirsiya DAIŞê heye.
Cihên ku heta niha li Sûriyê di bin kontrola DAIŞê de mane:
5000 Çekdarên DAIŞê li Sûriyê mane
Ew li 2 cihan li Dêrezor û Humsê dimînin
Ji aliyê HSDê û Artêşa Sûriyê ve dorpêçkirî ne
Ew li rojhilat û rojavayê Çemê Feratê ne
Dêre Zor
Rojhilatê Feratê
Bi dirêjahî û pehniya 15 – 6 kîlometre
100 kîlometre li rojhilatê başûrê Dêre Zorê
60 kîlometre li rojhilatê başûrê Meyadînê
2 kîlometre li bakurê El-Bokemalê
6 kîlometre nêzîkî sînorê Iraqê ye
Dêre Zor
Rojavayê Feratê
Tevahî bi dirêjahî û pehniya 160 - 75 kîlometre
Li Dêre Zorê bi dirêjahî û pehniya 95 - 75 kîlometre
20 kîlometre li başûrê Dêre Zorê
25 kîlometre li rojavayê El-Bokemalê
12 kîlometre nêzîkî sînorê Iraqê ye
Humis
Bi dirêjahî û pehniya 65 - 50 kîlometre
50 kîlometre li rojhilatê Tedmure
15 kîlometre li başûrê Suxnê
65 kîlometre li nêzîkî sînorê Tenef
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li rojhilatê Çemê Feratê, heta îro şerê xwe li dijî DAIŞê berdewam dikin, lê li aliyê rojavayê Çemê Feratê, ku ew dever ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve dorpêç kirî ye, ti şerê germ û berçav tune ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse