Lûtkeya Orşelîm a Rêxistina Alîkariya Îslamî dest pê kir

13-12-2017
RÛDAW
Nîşan Lûtkeya Orşelîm Tirkiye Rêxistina Alîkariya Îslamî Trump Orşelîm Quds Urşelîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lûtkeya Orşelîm a Rêxistina Alîkariya Îslamî bi beşdariya 16 serkirde û nûnerên 48 welatan li Stenbolê dest pê kir.

 

Civîna Wezîrên Karên Derva ya Rêxistina Alîkariya Îslamî  li Navenda Kongre û Çandê ya Lutfî Kirdar dest pê kir. Di destpêka civînê da piştî xwendina Quranê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu axivî û diyar kir,  ji bo ku ew  ji zilmê re  bibêjin “bes e” civiyane.


Mevlut Çavuşoglu anî ziman dixwazin welatên îslamî li hemberê  vê rewşê bêdeng bimînin û wiha got: "Lê em dê ti caran  bêdeng nemînin. Ve zordestî îhtimala aştiyê ji holê rakir. Biryara Amerîkayê ji bona me di hikmê tunebûnê da ye."


Çavuşoglu herwiha ragihand ku divê dewleta Filistînê ji aliyên hemû dewletên din ve bê naskirin û wiha domand:


"Ji bo vê pêwsît e em hemû bi hev re kar bikin. Li aliyekî Îsraîla ku bi biryara Neteweyên Yekbûyî hatiye pesendkirin ku dagirker e heye û li aliyê din jî Filistîna ku ji aliya civaka navneteweyî ve tê qebûlkirin ku ax û welatê wê hatiye dagirkirin heye. Di pêvajoya niha li pêş me da ji bo pêvajoya aştiyê ya ji bo wekî dewlet naskirina Filistînê êdî ne mimkun e bimeşe û divê ev naskirin êdî pêk bê. Em yên ku Qudsa Rojhilat wek paytextê Filistînê qebûl dikin lazim e ji bo vê yekê bi welatên din jî bidin naskirin hewl bidin."


Erdogan: Îsraîl dewleteke terorê ye


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ji bo biryara Trump ya Orşelîmê wiha got: "Tu hukmekî biryareke wiha ya li ser bajarekî jixwe dagirkirî ye tuneye. Îsraîl dewleteke dagirker e. Herwiha Îsraîl dewleteke terorê ye. Ev biryar ji bo Îsraîla ku gelek çalakiyên wê yên terorî hene, mîna xelatekê ye. Yê ku ev xelat daye, bi tenê be jî Trump e."


Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan got: "Tenê Îsraîla ku Qudsê dagir kiriye piştgiri da biryara bêhiqûq ya Amerîkayê. Ez sipasiya hemû dewletên ku vê biryara nemeşrû qebûl nekirin dikim. 


Dewletên Yekbûyî Amerîka li aliyê kesên ku aştiyê dixwazin nasekine, diçe li aliyê yên ku aştiyê naxwazin disekine. Ev polîtîka di vê pevajoya ku li dijî terorîzmê mucadele tê dayîn de bi kêrî hemû tundrewan tê.”


Mehmûd Ebas: Nabe Amerîk di pêvajoya aştiyê de cih bigre


Serokê Filistînê Mehmûd Ebas li ser biryara Amerîkayê got: "Amerîkayê êdî di pêvajoya aştiyê (Îsraîl-Filistîn) de xwe ji erka xwe yê navbeynkariyê kir." 


Mehmûd Ebas got ku heke Orşelîm-Quds nebe paytextê Filistînê aştî û aramî  çênabe û wiha domand: “Em dê di paşerojê de ti demê destûrê nedin ku Amerîka di pêvajoya aştiya siyasî de cî bigire. Divê em bi hemû hêza xwe va bixebitin ku Filistîna di bin dagirkeriyê de ye wekî dewlet were nasîn."


Weke tê zanîn Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku daxwaza lidarxistina vê civînê kiriye, dixweze pêngava bersivdana biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê nasandina Orşelîm-Qudsê wek paytextê Îsraîlê destnîşan bike.

 

Ev civîn li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê kirin. Tirkiye ji 20ê Mijdara 2017ê ve serokatiya Rêxistina Alîkariya Îslamî dike.

 

Roja 6 vê mehê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara veguhastina balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avivê bo Urşelîm-Qudsê îmza kir û bi awayekê fermî Urşelîm weke paytexta Îsraîlê nas kir.

 

Birayra Trump nerazîbûnên tund ên Filistînê û cîhana îslamî li pey xwe anîn. Herwiha welatên din ên cîhanê jî pêşwazî li wê biryara Trump nekirin.


(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst