Li Rûsyayê dengdana ji bo gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê berdewam e

23-05-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê Rûsya Tirkiye
A+ A-

Moskow (Rûsya) - Li Rûsyayê jî dengdana ji bo gera duyem a Serokkomariya Tirkiyê berdewam e. Beşeke zêde ya wan dengderan di wê baweriyê de ne ku wê Recep Tayyîp Erdogan careke din bibe serokomarê Tirkiyê. Beşeke din jî, dibêjin ku ew di wê baweriyê de bûn ku wê di gera yekem de Kemal Kiliçdaroglu serbikeve, lê nebû û hêviya wan heye ku di gera duyem de ser bikeve û bibe serokomarê nû yê Tirkiyê.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Moskowê yekek ji çar navendên dengdanê ye, bo duyemîn gera hilbijartina serokatiya Tirkiyeyê. Li Rûsyayê dora 14 hezar 500 welatiyên Tirkiyê mafê dengdanê heye. Sindoqên dengdanê bo sê rojan: şemî, yekşem û duşemê  vekirî ne.

Tevî ku balyozxane deriyê xwe ji demjimêr 8:00 sibehê vekiriye, tektûk welatiyên Tirkiyeyê piştî demjimêr 9:30 xuya dibin.

Karkerên avahisaziyê yên kompanyayên Tirkî, ji derveyî Moskowê tên bo dengdanê.

Samet ku karkerekî xelkê Bûrsayê ye dibêje Min dengê xwe da Reîs. Da Recep Tayyip Erdogan. Bila ji bo xelkê ser xêrê be. Yê ku serbikeve diyar e. Me jî erka xwe ya hemwelatîbûnê bicîh anî. Bi hêviya pêşerojên baştir.”

Endezyarê bi navê Bayram ku ji bjarê Aksarayê ye got “Ji dûr ve em hatin û 3 demjimêran em di rêkê de bûn û zû rabûn hatin. Me erka xwe bicîh anî. Bila li ser xêrê be. Çi dibe bila bibe, bila li ser xêrê be. Em jî dixwazin pêşeroj û Tirkiyeyeke baştir hebe. Emê li benda encaman bin. Helbet min dengê xwe da Reîs.”

Der jê Moskowayê, welatiyên Tirkiyeyê li konsolxaneyên Sankt Petersburg, Kazan û Novorossiysk jî dengê xwe didin.

Belênderê xelkê Erzîncanê Alî Işik  diyar kir “Helbet ez dixwazim ev rêveberî biguhere. Eger hûn bêjin çima; ev 20 sal e em wan dibînin û di van 20 salan de me zêde tiştek ji wan nedît. Rast jî nîn e ku mirov hinek tiştan li vir bibêje. Yê ku bixwaze fêm bike, wê fêm bike. Ku rêveberî biguhere baş e. Ez piştrast im ku Kemal Kiliçdaroglu di gera yekê de gelek deng wergirtibûn û serketibû. Helbet dane nayên belavkirin. Ji bo ku bi dilê xwe bizivirînin, hiştin gera duyem. Ez hêvîdar im ku emê serbikevin.”

Karkerê bi navê Mustafa Kuramaz ku ew jî xelkê Qayesrî got “Zehmetiyên dengdana derve hûn jî dibînin. Baran heye, herî heye. Em îqameya xwe tînin vir û pişt re dema ku diçin Tirkiyê jî dîsa vediguhêzin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî em têne vir û dengê xwe didin. Dîsa jî em dibêjin bila ji bo xelkê me û welatê me li ser xêrê be.”

Li gorî Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Tirkiyê, li Rûsyayê di tura yekem de rêjeya beşdariyê ji sedî 34,25 bûye, ango 4 hezar û 644 kes dengê xwe bikar anîne.

Li gor daneyên fermî her li Rûsyayê, ji sedî 54,47 hilbijêrên Tirkiyê dengên xwe bo Kemal Kiliçdaroglu; ji sedî 38.26 jî, bo Serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst