Projeya opozisyona Tirkiyê: Li ser sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê 'Artêşa Başûr' tê avakirin

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Meral Akşener Artêşa Başûr Tirkiye Rojava Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Akşener diyar kir ku ew dê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê artêşeke nû ya bi navê “Artêşa Başûr” ava bikin. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li hember vê pêşniyarê bertek nîşan da û ev proje wek “komedî û mîzah” bi nav kir. Li aliyê din Akşener û Kiliçdaroglu ji detayên projeya “artêşa başûr” hatin agahdarkirin.

Di hilbijartinên vê carê yên Tirkiyê de, di bangeşeya aliyên siyasî de şandina koçberan bo welatên wan bi taybet jî koçberên Sûrî û Efxan bûye mijareke sereke.

Herwiha mijara “ewlehiya sînoran” a di navbera opozisyon û hikûmetê de ev demeke dirêj e bûye mijara nîqaşan.

Li aliyê din operasyonên leşkerî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi salan e ku di rojevê de ye.

Di vê çarçoveyê de derket holê ku beşek ji opozisyonê li herêma sînor bi navê “artêşa başûr” projeyeke nû amade dike.

Projeya Akşener a “Artêşa Başûr”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku ew dê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ji Hatayê heta Colemêrgê hêzên nû bi cih bikin û Artêşa Başûr ava bikin.

Akşenerê got: “Di tabloyekê de ku sînorên me têk çûne, ne pêkan e ku birêz Erdogan û hevalên wî nikarin manê (mana Tirkiyê) biparêzin. Ji ber vê yekê jî dema ku hema em hatin em dê Artêşa Başûr hem ji bo têkoşîna li dijî terorê hem jî ji bo parastina sînorên xwe ava bikin.”

 

Hikûmetê bertek nîşan da

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li beramber wan gotinên Meral Akşener bertek nîşan da û got, ew gotin "wek komedî û mîzahê" ne.

Akar di bernameyeke televizyonî de li ser pirseke derbarê mijarê de got: “Artêşa me nêzî 500 hezar kesî ye. General, amîral, efser û efserên me yên pilebilind ên li Sererkaniyê her pirsgirêkê lêkolîn dikin. Dema tiştek tê kirin ne Wezîr ne jî Serfermandarê Giştî bi serê xwe tiştekî nabêjin. Pêwîstî hene, pirsgirêk hene. Kîjan hewcedarî, kîjan pirsgirêk hebe, tê dîtin. Me Artêşa 2emîn, 7emîn û 6emîn hene, ew erka xwe pêk tînin. Li kuderê kêşe heye, li kuderê xeletî heye, çi bûye? 'Artêşa Başûr' tê çi wateyê, ji ku hatiye? Kî dê bike, kî dibêje? Li vir nîzamek avakirî heye. Hêzên Çekdar ên di çarçoveya Destûra Bingehîn de tevdigerin hene, Serfermandariya Giştî heye, Fermandarê Hêzên Bejayî jî heye. Çi difikirin, ma nizanin?”

Hûrgiliyên projeyê

Li gor zanyariyên ku di medyayên Tirkiyê de hatine belavkirin, mijara avakirina “Artêşa Başûr” ji aliyê şêwirmendê Meral Akşener û dadgerê berê yê leşkerî Ahmet Zekî Ûçok ve hatiye amadekirin û pêşkêşî hem Akşener û hem jî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hatiye kirin.

Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlivan hin hûrgiliyên projeyê aşkere kirine.

Li gorî agahiyan, tê xwestin ku proje li herêmek erdnîgarî ya ku tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê digire nava xwe, ku parêzgehên Hatay, Dîlok, Kilîs, Riha, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê lê ne, were pêkanîn.

Ev pêkhateya leşkerî ya ku tê plankirin di warê çek, cebilxane û personelan de di asta standard a artêşê de be, tê plankirin ku ji yekîneyên leşkerî yên di asta lîwayê de pêk were û ji bo beşdarbûna di operasyonên "derveyî sînor" de were perwerdekirin û biçekkirin.

Li gor projeyê, Artêşa Başûr dê di çalakî û operasyonên xwe de dronên keşfê û cengî jî bikar bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst