Kiliçdaroglu: Eger CHP bibe desthilatdar em dê penaberên Sûrî vegerînin welatê wan

17-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye CHP Kemal Kiliçdaroglu Penaberên Sûrî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê CHPê da xuyakirin, ku eger ew bibin hikûmet û Tirkiyê birêve bibin dê tevahiya koçber û penaberên Sûriyê vegerînin nav welatê wan.

 

Kemal Kiliçdaroglu di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê , ku duh Sêşembiyê birêve çû, got, berpirsiyariya mirina 22 koçberan di nava barhilgirekê de li Îzmîrê û xeniqîna zarokê bi navê Alan Kurdî di derya Egeyê de û hemû koçberên Sûrî ji serokkomarê Tirkiyê tê xwestin, ji ber ku wan her ji destpêkê ve ji wî re gotine, ku destê xwe nexe nava pirsa Sûriyê.

 

Kiliçdaroglu bi amajedan bi destwerdana hikûmeta Tirkiyê di pirsa Sûriyê de da xuyakirin, encama wê bû ew, ku bi milyonan Sûrî koçber bûn û berê xwe dan Tirkiyê  û bi hezaran ji wan koçberan li Tirkiyê di bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dan.

 

Serokê Giştî yê CHPê herwiha got jî, ku Tirkiye ji ber koçberan gelek westiyaye û deshelat nikare wan koçberan vegerîne Sûriyê.

 

Kemal Kiliçdaroglu tekez kir, eger CHP li Tirkiyê deselatê bigire destê xwe, dê wan koçberan vegerîne.

 

Serokê CHPê destnîşan kir, Erdogan bi guvaşên Amerîka û Trump qeşeyê amerîkî azad kir, û medyaya Amerîkayê beriya biryara dadgehê nûçeya azadkirina Bronsun belav kirin, lewma divê Erdogan eşkere bike, ka li hember çi tiştî, kesek ku wî bi terorîst û piştevanê terorê tometbar dikir, hatiye azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst