Kongreya CHPyê: Delege li hêviya çi ne?

05-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Kongreya CHPyê / Wêne: Rûdaw
Kongreya CHPyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan CHP Kongre Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) ku heta di dîroka xwe de 56 kongre kirine, 38emîn Kongreya Asayî li Enqereyê li dar dixe.

Kongreya CHPyê ku biryar e du rojan berdewam be bi dirûşma "Di Sedsala Duyemîn de Kongreya Demokrasî û Yekîtiyê" tê kirin.

Di kongreyê de Ozgur Ozel wekî berbijêrê baskê “guherînxwazan” rikeberiya Kemal Kilicdaroglu kir.

Parlementerê CHPyê Burhanettîn Bulut got, “Hûn vê çoş û qelebalixiyê dibînin.

CHP bi dînamîzma xwe dikare bibe hêviya xelkê. Ev qelebalix jî delîla vê yekê ye.”

CHP di dîroka xwe de yek ji kongreyên xwe yên herî kirîtik pêk tîne.

Encamên helbijartinên giştî bûne sedem ku di nava CHPyê de nakokî zêdetir bibin.

Hinek delegeyên CHPyê êdî naxwazin Kemal Kiliçdaroglu wekî serokê CHPyê li ser kar bimîne.

Delegeyê CHPyê Huseyîn Gulacar anî ziman, “38emîn kongreya me ser xerê be.

Bila CHP bi ser bikeve. Ez ji her du berbijêran re jî serkevtinê dixwazim.

Xelkê me êdî li benda guherînekê ye ez hêvî dikim ku ew guherîn di vê kongrê de pêk were.”

Li salona kongreyê aligirên her du berbijêran bi drûşman hevdû prostesto kir lê delegasyona CHPyê hewil dide ku kongre yekîtiya nava partiyê zêdetir bike û nakokiyên heyî kûrtir nebin.

Delegeyê CHPyê Murat Demîr wiha axivî:

“Heviyeke xelkê û ciwanan hebû ku di helbijartinan de bibin desthilat lê ev hêvî pêk nehat.

Niha jî ew kesekî wisa dixwazin ku wan û partiyê rizgar bike. Hemû nerazîbûn ji bo wê çendê ne ku CHP bibe desthilat.”

Li aliyê din, di roja yekem a kongreyê de Ozgur Ozel bi 812 dengan bû 8emîn Serokê Giştî yê CHPyê.

Kongreya ku doh dest pê kiribû dê îro bi dawî bibe û dê îro endamên encûmenê bên hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst