TIRKIYE – Penaxwazên Sûriyeyî ji bo propagandeya hilbijartinan tên bikaranîn

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Penaber Hilbijartin Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê, penaxwazên Sûriyeyî yên li wî welatî dibin mijar û rojeva siyasetmedarên wî melatî.

Beşek ji siyasetmedarên Tirkiyeyê, wê mijarê wek amrazekê bo propagandeya hilbijartinê bi kar tînin.

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag diyar kir ku eger berbijêrê partiya wî  serbikeve dê çavkaniyên şaredariyê ji bo penaberan neyên xerckirin û got:

“Li wan bajar û bajarokên dijîn, mohleta vekirina cihê kar bo penaxwazan nayê dayîn û cihên bê mohlet jî tên girtin. Wek mînak li Dîlokê ji sedî 80yê wayên ku kar dikin bê mohlet in.

Eger xelkê wê derê wê desthilatê bide me, hemûyan digirin. Herwiha nikarin wan parkên şaredariyê bi dilê xwe bi kar bînin.

Em parkekê pêşan didin û nikarin biçin nav parkên din. Ew nikarin bi dilê xwe wan otobûs û metroyan bi kar bînin, otobûs û metroyên din didin wan.”

Ji destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê ve di sala 2011an de, Tirkiye bûye welatê duyem ji bo bi milyonan penaxwazên wî welatî.

Li gor amarên Komeleya Penaberan  a li Tirkiyeyê, niha 3 milyon û 307 hezar û 882 penaxwaz li wî welatî dijîn.

Herî zêde jî panaxwazên Sûriyeyî li van parêzgehan dijîn; li Stenbolê 531 hezar û 996 kes, li Dîloka Bakurê Kurdistanê 434 hezar û 45 kes û li Rihaya Bakurê Kurdistanê jî 317 hezar û 716 kes.

Ji bo hilbijartinên serokkomar û Parlamentoya Tirkiyeyê ku di Gulana îsal de hatin kirin, mafê dengdanê yê 130 hezar û 914 welatiyên Sûriyeyî hebû ku nasnameya Tirkiyeyê wergirtine.

Tê çaverêkirin ew hejmar di hilbijartina şaredariyan de zêde bibe ku 31ê Adara 2024an tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst