Kongreya CHPyê: ‘Hevdîtina bi Umit Ozdag re Kurd û çepgir ji Kiliçdaroglu aciz kirin’

05-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Kongreya CHPyê: ‘Hevdîtina bi Umit Ozdag re Kurd û çepgir ji Kiliçdaroglu aciz kir’
Kongreya CHPyê: ‘Hevdîtina bi Umit Ozdag re Kurd û çepgir ji Kiliçdaroglu aciz kir’
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Kurd Ozgur Ozel
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de hilbijartin ji gera duyem re ma û Ozgur Ozel bi 812 dengan bi ser ket.

Ozel bû 8emîn Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kemal Kiliçdarogluyê ku 22yê Gulana 2010an wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin, tam 13 sal û 166 rojan li ser erkê xwe ma.

Li gorî beşeke zêde ya delegeyan sedema têkçûna Kiliçdaroglu hinek şaşiyên wî yên di dema Hilbijartinên Giştî de ye.

Kemal Kiliçdaroglu Kurd û Elewî ye û ji navçeya Nazimiyeyê ya Dêrsimê ye, 13 salan weke serokê CHPyê di 9 hilbijartinan de nikarî CHPyê bike partiya yekem.

Kiliçdaoglu herî dawî xwest di hilbijartinên borî de bibe Serokkomar û CHPyê jî bike destjilat lê ew negihîşt miraza xwe.

Kiliçdaroglu di 38emîn kongeya asayî ya CHPyê de serokatiya CHPyê jî ji dest da lê piraniya delegeyên ku dengê xwe nedane wî dîsa jî wî wekî serokekî nîyetpak û baş pênase dikin.

Delegeyê CHPyê Yusuf Karahan li ser Kiliçdaroglu û kongreyê anî ziman:

“Birêz Kiliçdaroglu ya rastî kesekî gelekî hêja û durist bû lê wî gelek hilbijartin dorandin û êdî bawerî neda alîgiran.

Bi taybetî di nav ciwanan de nerazîbûnên zêde hebûn. Aligirên CHPyê êdî ji rewşê aciz bûbûn ji bo pêşerojê hêviyên wan nemabûn.”

“Rojeke nû hilat”

Delegeyekî din ê CHPyê Nurettîn Ay jî bi başî behsa Kemal Kiliçdaroglu kir û got:

“Em ti carî xizmet û tecrubeya birêz serokê giştî ji bîr nakin. Ew dê weke serokê rûmetê her dem di dilê me de be.

Me guhertinek kir û em dixwazin careke din Tirkiyeyê rakin ser pêyan, rojeke nû hilat.”

Li gorî beşeke delegeyan sedemeke sereke ya serneketina Kiliçdaroglu rêkeftina wî ya bi Umit Ozdag re bû ku ev rêkeftin bû sedem dilê beşeke delegeyên Kurd ji Kiliçdaroglu sar bibe.

Bi gotina wan delegeyan Kemal Kiliçdaroglu di dema hilbijartinan de jî çend xeletiyên stratejîk kirine.

“Kiliçdaroglu ne bi cesaret bû”

Delegeya CHPyê Mualla Korkmaz jî anî ziman:

“Kiliçdaroglu ya ji dest hat kir lê di hinek mijaran de gelekî ne bi cesaret bû, ez wisa dibînim ku Ozgur Ozel ji wî cesarettir e û ji bo çepgiran jî baştir e, çepgiran aciz nake.

Wek mînak meseleya Umit Ozdag heye, ez ne li dijî hevdîtinê me lê hûn dizanin ew mijar bû sedem ku çepgir û Kurd ji Kiliçdaroglu aciz bibin.”

Di 38emîn kongreya CHPyê de Ozgur Ozel 812 deng, Kemal Kiliçdaroglu jî 536 deng bi dest xistin.

Di kongreyê de delegeyên Kurd bûne du beş, hinekan ji wan piştgiriya Kiliçdaroglu hinekan jî piştgiriya Ozgur Ozel kirin.

Delegeyê CHPyê yê Şirnexê Mehmet Altin anî ziman:

“Ew ji bo me xirab nebûn, ne zirara Ozgur ji me re heye, ne jî ya Kiliçdaroglu lê guhertinek çêbû.

Çend sal in heman tişt bû, em bibînin belkî ji niha û pê ve AK Partî zêdetir ji me bitirse.”

Ozgur Ozel di encama kongreyê de bû 8emîn Serokê CHPyê.

Di kongreyê de encûmena 60 kesî ya partiyê û lijneya disiplînê ya ku ji 15 kesan pêk tê jî hate hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst