Şanda Îmralî: Divê demildest hevdîtina li gel Ocalan çêbibe

20-10-2017
Emîn Aba
Stenbol
Stenbol
Nîşan HDP Abdullah Ocalan Îmralî PKK
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li ser medyaya civakî hin îddia hatibûn belav kirin ku qaşo Serokê PKKê Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Piştî hingê Serdozgeriya Bursayê daxuyaniyek belav kir û van îddiayan derewandin. Duh jî Şanda Îmraliyê li Stenbolê bi daxuyaniyek bang li hikumeta Turkîyê kirin ku bihêlin serdana Îmraliyê bikin.


Liser tora medyaya civakî hin îddia zivîrîn ku qaşo Rêberê PKKê Abdullah Ocelan jiyana xwe ji dest daye. Piştî wê jî Serdozgeriya Bursayê bi daxuyaniyek van îddiayan derewandin.

 

Endamên Şanda Grava Îmralî Ceylan Baxriyanik, Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder, li avahiya şaxa Stenbolê ya Partiya Demokratîka gelan HDPê ji bo daxuyanyekê hatin ba hev. Li ser navê Şandê Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder, diyar kir ku ev demek dirêje hewil didin bi rêyên fermî bikarin serdana Abdullah Ocelan bikin lê tu bersiv negirtine.

 

Parlamementerê HDPê yê Enqerê Sirri Sureya Onder got: "Niha me tu agahî di derheqê Ocelan de nîne. Em nizanin ka bê sax e an na. Şertên Tecrîdê yên li ser birêz Ocelan tên meşandin bi tu awayî nayê qebul kirin. Divê guh li polîtîkayên wî were girtin yên ji bo aşitiyê. Divê demildest ya kesên ji malbata wî yan jî parêzerên wî serdanê bikin da ku bizanin Ocalan di çi reşekê de ye. Ji bo aşitiya nav xwe divê ev yek pêk were."

 

Onder, di axaftina xwe de balê kişan ser rewşa niha ya Kerkukê jî û wuha dewam kir.

 

"Dujminatiyê bi her mafekî gelê Kurd ku bi dest xistine dikin. Ji bo wê jî niha, ketine wê gefletê û pesnê Heşda Şabî ya ku berî çend rojan jî wan wek hovan bi nav dikirin- dikin. Bi şer, tanq û çekan kes nikare tu tiştek ji hêla Kurdan destbixe."

 

Cêgira Serokê Parlamentoya Turkî û Parlamentera HDPê Pervîn Buldan jî got: "Min roja sêşemê li gel Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul peywendiyek telefonî danî. Me nigeraniyên xwe anî ziman û me daxwaza serdanê bo Îmraliyê kir. Lê ji hêla wan heta niha jî tu bersivek nehatiye dayîn."

 

Şanda Îmraliyê herî dawî di 5ê Nîsana 2015 li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî bû. Di Gulana 2016an jî birayê wî Mihemed, serdana Ocelan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst