Hezar û 330 parêzerî ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Îmralî Parêzer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hezar û 330 parêzerî ji bo bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Li gorî nûçeya MAyê, li bajarê Amedê ji 35 baroyan Hezar û 330 parêzerî ji bo biçin Îmraliyê û hevtînê bi Ocalan re bikin serî serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek parêzeran bi beşdariya parlamenterên DEM Partiyê daxuyanî da.

Hevseroka Giştî ya OHDyê Ekîn Yeterê daxuyanî xwend û diyar kir hevdîtina girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş û parêzerên wan re bi awayî  derqanûnî tê astengkirin.

Ekîn Yeterê da zanîn ku Ji 7ê Tebexa 2019an heta niha bi Ocalan re û ji sala 2015an heta niha bi Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst