Li Mêrdînê bi hinceta PKKê 17 kes hatin desteserkirin

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, roja 23ê Gulanê bi hinceta “endamtiya PKKê” 17 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê, roja 23ê Gulana 2023ê li navçeyên Dêrik, Qoser, Kerboran, Nisêbîn, Artuklu, Mehsert û Stewrê operasyon kirin û bi ser 19 malan de girtin.

Di operasyonê de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” 17 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst