Hevserokê HDPê behsa namzedê wan ê serokomariyê kir

25-04-2018
RÛDAW
Nîşan HDP Sezaî Temellî Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sezaî Temellî ragihand, ku ew dê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinên serokomariya Tirkiyê bibin.

 

Sezaî Temellî ji rojnameyeke Tirkiyê re ragihad, ku ji bo namzediya partiya wan navê Selahattîn Demîrtaş derdikeve pêş, ku niha di girtîgehê de ye.

 

Temellî diyar kir, ku di gera yekemîn de hemû partî dê namzedê xwe derbixin û di gera duyemîn de opozîzyon dikare namzedekî desnîşan bike, ku hemû alî li ser rêbikevin.

 

 Bi gotina Hevserokê HDPê dengderên partiya wan dengên xwe nadine Meral Akşener a Seroka Îyî Partiyê.

 

Derbarê namzedbûn û piştgiriya Abdullah Gul jî Sezaî Temellî wiha got:

 

“Ne di rojeva me de ye. Lê siyasetmedarekî rêzdar e. Dîsa jî emê namzedê xwe roja 3ê Gulanê destnîşan bikin. Di nava namzedê me de navê Demîrtaş jî heye.”

 

Hêjayê gotinê ye, hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê dê 24ê Hezîrana îsal werin kirin û partiyên opozîsyonê li ser namzedeke hevbeş di nava lêgerînan de ne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst