Di hilbijartinê de helwesta jinan çawa dibe?

25-05-2023
Sê roj man ji gera duyema a hilbijartina Serokkomarê Tirkiyê re
Sê roj man ji gera duyema a hilbijartina Serokkomarê Tirkiyê re
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Gera Duyem Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengderên jin li Tirkiyê di hilbijartinan de xwedî rolek girîng in. Bi awayekî ji sedî 50.6ê tevahiha dengderên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin in.

Jin çawa difkirin û nerîna wan çi ye, helbet ew jî li ser du beşan hatine cudakirin. Jinek diibêje ku di siyasetên Erdogan de cihê jinan tune ye û eger li ser desthilatê bimîne dê siberojeke gelekî xirab li pêşiya jinê be. Lê jinek din dibêje ku bi saya Xwedê dê Erdogan heta sedê 60-70ê biçe û dibêje Erdogan her tiştê pêwîst be kiriye. 

Sê roj man ji gera duyema a hilbijartina Serokkomarê Tirkiyê re. Li Stenbolê jinên li bazarê behsa parastina mafê jinan dikin û dibêjin li gorî wê ew dê dengê bidin. Hinek di  mijara parastina mafê jinan de deshilatê rexne dikin.

Welatî Nurgun Eren got: “Di polîtîkayên Erdogan de cihê jina tuneye. Li gorî wan jin divê tenê li malê rune û zaroka xwedî bike. Ji bo wê ez dixwazim ew werin guhertin. Wek jineke Tirk ez dixwazim ew werin guhertin. Eger ev bimînin siberojeke pir xirap li pêşiya me ye.”

Hinek jin jî piştgiriya xwe ya bo berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan radighînin û dibêjin li gor baweriya wan a olî nêzîkî jinan dibin.

Welatî Serpil Kuskaya jî got: “Bi saya Xwedê dê Erdogan heta sedê 60-70ê biçe. Ez ji wî gelek hez dikim. Ji bo vî welatî ma hêj dê çi bike? Yek jî HUDA PAR derket, ew dibêjin divê jin kar nekin belê li gor ola me divê jin karnekin."

Her wiha jinek jî balê dikişîne ser Peymana Stenbolê ya ku Tirkiye jê vekişiyayî û dibêje mafê hemû jinan heye çawa bixwazin wisa bijîn.

Xwendekara Zanîngehê Rojda Aksoy jî got: “Hun dizanin niha HUDA PAR ket parlementoyê, gotinên wan herî zêde li dijî jinan û LGBT û Femînîstan e, em dibêjin li vî welatî mafê me ye em çawa bixwazin em dê wisa bijîn. Lê li Tirkiyeya AKP deshilat e her ku diçe ev yek zehmet dibe. Em vê jî ji peymana Stenbolê dizanin ji ber di yek şevê de jê vekişiyan.”

Di gera duyem a hilbijartinê de ku Berbijêrê Hevpeyamniya Cumhur Erdogan û Berbijêrê Hevpeyamniya Millet Kiliçdaroglu dikevin nava rikeberiyê dengên jinan xwedî giringiyeke taybet in.

Li gor daneyên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, di vê hilbijartinê de li navxwe yî Tirkiyê 60 milyon 697 hezar 843 kesî mafê xwe yê dengdanê heye, ji vê hêjmarê 30 milyon û 710 hezar û 790 dengderên jinin hene ku dike %50,6ê dengderan.

Ev tê wê wateyê ku di hilbijartina 28ê Gulanê dê dengên jinan bibandor bin di serkeftina yek ji van berbijêran de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst