KONDAyê encamên rapirsiya xwe ya bo geram duyem eşkere kir

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê KONDA Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya dawî ya Navenda Lêkolînan a KONDAyê di hilbijartinên serokomariyê de dengê Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ji sedî 52,7 e, dengê Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,3 e.

Navenda Lêkolînan a KONDAyê, encamên rapirsiya xwe ya di navbera 20-21ê Gulana 2023an de li 34 parêzgeh û 108 nevçeyên wan bi awayekî rûbirû ligel 3607 kesan re kiriye eşker kir.

Di çarçoveya lêkolînê de li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Denîzlî, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzerom, Eskîşehîr, Dîlok, Gîresûn, Hatay, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Karaman, , Qeyserî, Kirklareli, li Konya, Meletî, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Sêwas, Tokat, Trabzon, Riha û Wanê bi dengdêran re hevdîtin hatin kirin.

Li gor encamê ji sedî 8,2 a dengdêran biryara xwe hêj nedane, û ji sedî 2,6 jî gotinê dê dengê xwe nadin.

Li gorî rapirsiyê di hilbijartinên serokomariyê de dengê ji sedî 52,7 e, dengê Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,3 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst