Erdogan bang li dengdêran kir: Ez piştgiriyek xurtir hêvî dikim

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Gera Duyem Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Tirkiyê yê bo serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan got: “Em dê roja yekşemê careke din biçin ser sindoqan. Vê carê hûn dê tenê di navbera du berbijêran de dengê xwe bidin. Ji bo vê jî di 28ê Gulanê de ji we piştgirîyek xurttir hêvî dikim.”

Serokomarê Tirkiyê û berbijêrê ji bo wê postê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan şeva borî di TRTê de  bo gera duyemîn a hilbijartina serokomariyê axaftina xwe ya propagandayê kir.

Erdogan bi bîr xist ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji ber ku ti berbijêrekî nekarî dengê pêwîst werbigire hilbijartin bo gera duyem ma û got: “Îradeya millî çi bibêje cihê wê li ser serê me heye. Em dê roja yekşemê careke din biçin ser sindoqan. Vê carê hûn dê tenê di navbera du berbijêran de dengê xwe bidin. Ez dixwazim ku di 28ê Gulanê de hûn careke din li îradeya xwe xwedî derbikevin.”

Erdogan rexne li rikeberê xwe Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu girtin û got: “Jixwe me di vê pêvajoyê de bi zelalî dît ku hevrikê me yê di hilbijartinê de Serokê Giştî yê CHPê ji bo siberoja welat û miletê me tiştekî ku bibêje tuneye.”

Erdogan herwiha soza avakirina 650 hezar malan bo herêma erdhejê û nûjenkirina 6 milyon avahiyan li hemberî erdhejê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê da û got: “Di serî de em bi biryar in ku em sozên ku me dane gelê xwe pêk bînin. Me berê jî kiriye, em dê dîsa bikin. Tenê di hefteyên borî de me mûçeyê karmendên cemaweriyê bo 21 hezar lîreyan zêde kir. Me soz da ku em dê mûçeya herî kêm a karmendan bikin 22 hezar lîre.”

Herî dawî Erdogan daxwaza piştevaniyê kir û got: “Em gavên dîrokî davêjin ku welatê xwe bikin navendek teknolojî, weberhênan û hinardekirinê. Çawa ku me Tirkiye  di her warî de bi weberhênanên xwe gihandiye lûtkeyê, em dê bi çareserkirina pirsgirêkên îro jî pêş ve bibin. Hêvîdarim ku, bi piştgirîya xurt ku em dê ji we werbigirin, em dê piştrast bikin ku welatê me di serê pergala rêveberiya cîhanî de di warê siyasî û aborî de cîhê ku heq dike bigire. Ji bo vê jî di 28ê Gulanê de ji we piştgirîyek xurttir hêvî dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst