Daliya xan û Kurd

22-10-2018
Ako Mihemed
Nîşan Lîtwaniya Daliya Grybauskaite Kurd Kurdistan Referanduma Kurdistanê
A+ A-

Serokomara Lîtwaniyayê Daliya Grybauskaite, roja 12ê Cotmeha 2018 li koşka serokomariyê li Vilînus a paytexta wî welatî, pir bi dîqet û hestyarî bersiva du pirsên min da, derbarê nêrîna wê li ser referanduma serxwebûnê ya sala bihorî ya Başûrê Kurdistanê û nêrîna wê derbarê pêşeroja Iraqê piştî hilbijartinên Gulana îsal de.

 

Ya ku ji bo min giring bû di bersivdayîna seroka Lîtwaniyayê de, li pêşberî nûnerên 58 televîzyonên ewropî, amerîkî, asayayî û afrîqî de, ew bû ku wê, referanduma Başûrê Kurdistanê girê da bi hebûna Kurd di navbera sînorê dewletên Îran, Tirkiye û Sûriyê, ji bo anîna hincetekê bo piştevanînekirina ji wê proseya demokratîk a gelê Kurdistanê. Lîtwaniya, ku biryara serxwwebûna wê ya di Adara sala 1990an de, êrişa artêşa Yekîtiya Soviyet û piştevaniya NATOyê li pey hat, niha jî ciyawaz ji welatên din, bixwe li kêleka Rûsyayê ye, û ala NATOyê li tenişt ala welatê xwe yê biçûk datîne.

 

Ji ber nebûna civakeke navdewletî ya ku pabendî prensîpên mirovî û peymana cîhanî ya mafên mirovan be, biryardana li Herêma Kurdistanê hertim girêdayî liberçavgirtina hestyariyên herêmî ye, herwiha girêdayî liberçavgirtina arasteya zilhêzan li herêmê ye jî.

 

Girêdana Kurdistanê bi berjewendiyên aborî yên kompaniyên mezin ên cîhanê I taybetî jî bi rêya saman û çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê, karekî pir bi aqilane bû, pitir ji her hebûneke destûrî û yasayî, tevî berevaniya pêşmerge, jiyana xelkê û hebûna Herêma Kurdistanê parastin. Niha jî ew prose bûye beşeke giring di proseya aboriya navçeyê de, tevî tevlîbûna berjewendiyên navdewletî jî. 16ê Cotmehê êrişeke piralî ya serbazî, aborî û siyasî bû ji bo nehîştina statuya Herêma Kurdistanê bi temamî û şikandina Hewlêrê. Êrişa bi heman cureyî di sedala derbasbûyî de Komara Kurdistanê li Mihabadê rûxand û çalakiya şoreşa kurdistaniyan di navbera 1975 û 1988ê de rawestand, lê belê vê carê Herêma Kurdistanê rabû ser piyan, kesek bû serkêş û navnîşana wê rabûnê, ku bi gotina kesên bêalî û şirovekarên Kurdistanî û biyanî, ew kes Nêçîrvan Barzanî bû.

 

Gotineke din ku di bersivdayîna Daliya Grybauskaite de cihê balkişandinê bû, ew bû ku wê got rewşa Iraq û Lîbya û Sûriyê bi giştî gelek zehmet e û pêwîst e em hemû hevkariya wan bikin, daku bikarin rewşa wan welatan seqamgîr bikin, wate cîhan dizane ku rewşa niha ya Iraqê, pênaseya seqamgîrbûn û arambûnê li xwe nagire, li Iraqê jî seqamgîrî û aramî bi hevkariya Hewlêr û Bexdayê pêk tê. Artêşa Iraqê bi heşt mehan nekarî bajarokê Bêcî jidestê DAIŞê derxîne, lê belê ku kek Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêza Pêşmerge, biryar da ku hevkariya artêşa Iraqê bike, Mûsila paytexta DAIŞê û cihê ragihandina xelafeta DAIŞê, ji destê DAIŞê hatin derxistin. Di şerê DAIŞê de, Barzanî bi pratîkî bû nexşedaner û pehlevanê têkşikandina DAIŞê li ser erdê.

 

Niha jî bo rêgirtina ji berfirehbûna terorê û çêbûna seqamgîriyeke rasteqîne, rêya çareseriyê hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê ye. Ji ber wê jî pêwnediya telefonî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron li gel Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî bi awayekê hevdem, bo pêkanîna hikûmeteke bihêz û bilez li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek biwate bû. Bi taybet jî ku Fransa piştî ku Macron hate ser kar, bandor û roleke sereke di şerê DAIŞê û karkirina li wê navçeyê de wergirtiye.

 

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî weke du kesên miyanrew û naskirî bi çareserker, çavên cîhanê û navçeyê, Iraq û Kurdistanê li ser wan e, ku kêşeyan çareser bikin, ji bo ku derfet bo çêbûna DAIŞa duyem çênekin û jiyana siyasî jî ji dirûşman û rêkevtinên kesî veguhêzin bo rewşeke aram û qonaxekê ku pêşkevtina aborî û pêşxistina rewşa jiyan û debera xelkê armanca wê be. Herdu jî naxwazin ew wêneyê wan li navxwe û derve bişkê. Hebûna du kesên bi vî awayî di serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de, li navçeyeke agirgirtî şanseke pir baş e bo navçeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst